3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Îranê serîgirtina jinan erê kir

Komîsyona Meclisa Îranê zagona der barê serîgirtina bi zorê de erê kir. Tê payîn ku bi vê zagonê ceza li jinên ku serê xwe nagirin bibire.

Parlamentoya Îranê ji bo jinên ku ‘pîvanê hîcaba bi zorê’ binpê dikin bi awayekî giran bên cezakirin di mijara sazkirina zagonê de gavek nû avêt. Li gorî nûçeya Ajansa JINNEWS’ê komîsyona parlametoyê, pêşnûme zagona ku tê nîqaşkirin erê kir. Bi vê pêşnûmeya ‘li gorî quralên cil û bergên Îslamî tevnegerin’ wê jin bi cezayên giran bên cezakirin. Li gorî vê yekê ger zagon ji carekê zêdetir were binpêkirin wê cezayê pere bidin. Ger ev binpêkirin careke din were dubarekirin û di rewşên îstîsnayî de heta 15 salan cezayê girtîgehê û herî kêm cezayê pere yê 5 hezar Eurê biryar bigirin. Li gorî pêşnûmeyê yên ku zagonê binpê dikin ên ku ji aliyê beşek berfireh ê civakê ve tê nasîn û bi nav û deng in wê cezayên wan hîn girantir bibin.

Dê dest daynin ser malên wan

Ger jin li cihên kar serê xwe negirin wê ji alîkariyên fermî bêpar bimînin, pêşnûme di heman demê de tê pêşbînîkirin ku heta 15 salan ji pîşeyê werin dûrxistin. Daraz dema kes bi sûc bin wê biryar bidin dest daynin ser malên wan. Jinên ku ne Îranî ne dema li gorî zagonan tevnegerin wê ji welat werin dersînorkirin.

 Weşandina wêneyên jî sûc e

Weşandina wêneyên bê hîcab di înternetê de wê were cezakirin. Yek ji madeyên din ên ku di pêşnûme zagonê de cih digire jinên ku qedexeya hicabê binpê dikin derketina wan a derveyî welat wê were qedexekirin. Her wiha bê hîcab ketina jinan a navendên standin û firotinê, restoranan wê bi biryara dozger werin girtin. Ên ku heqaretê li jinên bi hîcab dikin wê bi cezayê 6 meh ê girtîgehê û 74 kamîşan werin cezakirin.

Di pêşnûmeyê de danasîna ‘cilên xirab’

Di pêşnûme zagonê de di heman demê ji bo jinan cilên ku xirab tên dîtin hatin rêzkirin. Weke mînakên vê, gumlekên milê wan kurt û şalên qetiyayî hatin nîşandan. Di pêşnûmeyê de ji bo mêran şalên lingê wan kurt û yan jî atlêt weke cilên ‘xirab’ hatin diyarkirin.

 Serhildana Jin Jiyan Azadî

Zagona mijara gotinê, bi nêzbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve ji bo serîtewandina jinan li dijî komara Îslamê bersivek e û hewl tê dawîn bi vê yekê pêşî li xwepêşandanan bigirin.

Di payîza 2022’yan de bi îdiaya hicaba ne gorî rêbazên îslamê Jîna Emîn hatibû qetilkirin. Serhildanên ku li Îranê dest pê kiribûn hê jî berdewam dikin. Bi taybetî li bajarên mezin hejmarek zêde jin li dijî hîcaba bi zorê derdikevin. Serokê dînî yê Îranê Îbrahî Reisî, berê jî gefa cezakirinê li jinên serê xwe negirin xwaribû.