3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER li hemberî tunehesibandina ziman daxuyanî da

Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç diyar kir ku heta zimanê kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê dê gelê kurd têkoşîna xwe bidomîne û wiha pê de çû : “ Em bang li hemû gelê kurd dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî, dengê xwe bilind bikin.”

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) der barê serdema nû ya perwerdehiya pergala Tirkiyeyê li ber Peykerê Mafên Mirovan ê Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” ku bi zaraveyên kurmancî û zazakî hatiye nivîsandin, hat vekirin. Kesên di çalakiyê de amade bûn dovîzên ku li ser “Ez bi kurdî dijîm”, “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e”, Ziman bê perwerdehî nabe ziman”, Divê Zimanê kurdî bibe zimamê fermî”, “Ziwanêko azad cuyêka azad” rakirin.  Rêveber û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD),  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), TMMOB, Odeya Endezyarên Zîraatê (ZMO), Egîtîm-Sen û saziyên sivîl li daxuyaniyê amede bûn. Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç metna daxuyaniyê xwend.

Di destpêkê de hevserokê berê yê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û bal kişand ser giringiya perwerdekirina zarokan ya bi zimanê zikmakî. Rifat Ronî, got ku niha bi milyonan zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar dimîne. Ronî, diyar kir ku ew nêzîkbûna rayedarên dewletê yên li dijî kurd û zimanê kurdî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.

Peşî li çanda kurdan vekin

Piştre Li ser navê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê Samed Ûcaman axivî.  Ûcaman diyar kir ku heta niha li ser ziman û çanda kurdî qedexe hatiye danîn û wiha axivî: “Li ser vê erdnîgariyê bi dehhezar salane kurd jiyane û li ser vê axê jiyana xwe, çanda xwe, hebûna xwe domandine.

Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Seydayê Cîgerxwîn û Ehmedê Xanî jî bi zimanê kurdî perwerde dîtine û bi zimanê kurdî jiyana xwe berdewam kirine. Em weke platform dibêjin ku pêşiya çanda kurdan vekin. Em bang li hemû aliyan dikin ku piştevaniya gelan bikin û girîngiyê bidin çand û zimanê kurdî. Em ji gelê xwe re jî dibêjin ku ziman û çanda xwe tucar ji bîr nekin.”

Divê zimanê kurdî re ‘X’ neyê gotin

Piştre Hevserokê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altun axivî û ev tişit got: “Bi qasî jimara kurdan divê mamosteyên Kurdî hebin. Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî. Heya ku li sûk û dibistanê bi awayekî fermî kar neke, asîmîlasyon heye. Ji ber vê yekê divê zimanê kurdî di zûtirîn demê de bibe zimanê fermî. Divê jê re zimanê ‘X’ neyê gotin. Me kurdan bi salan e ev çewisandin qebûl nekir û li dijî vê bêrêziyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Kurd di nava çerxa bişanftşinê de tên helandin

Herî dawî rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç metna daxuyaniyê xwend. Dilan Guvenç di despêka axaftina xwe de destşîn kir ku li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê, li dibistanên dewletê ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanê dayikê perwerde nikare were dayîn û wiha got: “Di 11’ê Îlonê de li Tirkiyeyê serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an dest pê kir. Destpêkirina vê serdema perwerdeyê ji bo zarokên kurdan jî derbasdar e. Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê, dîsa li ser bi milyonan zarokên kurdan perwerdeya bi zimanê tirkî dê were ferzkirin û zarokên kurdan dê dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar bên hiştin. Bi vê yekê, dê bi milyonan zarokên kurdan di nava diranên çerxa bişaftinê de werin helandin û ji zimanê xwe, rastiya xwe, nasnameya xwe û ji çanda pêşiyên xwe dûr bikevin.”

Guvenç helwesta dewletê ji roja ewli heta îro ya li ser zimanê kurdî rexne kir û ev tişt got: “Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr a dewletê nerazîbûna xwe nîşan daye û tê koşiyaye ku çand û zimanê xwe û nirxên xwe yên din ên neteweyî biparêze. Ev têkoşîn hîn jî berdewam e. Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke ya têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.”

Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn e

Guvenç bal kişand ser daxwaza gelê kurd a ji bo zimanê dayîkê û sekna UNESCO  ya li hemberî ziman û wiha axivî:  Daxwaza gelê Kurd a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê!” daxwazeke rewa û însanî ye. Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê Kurd jî derbasdar in. Di vî warî de, UNESCO (Saziya Perwerde, Zanist û Çandê) binê rêgezeke gerdûnî xêz dike û dibêje: “Ji bo ku zarok bi awayê herî baş hîn bibin, divê bi zimanê xwe yê dayikê dest bi xwendin û nivîsandinê bikin”. Her wiha, zimanzan û perwerdekar jî dibêjin ku zarok di temenê destpêkirina perwerdehiyê de dikarin ji yekê zêdetir zimanan hîn bibin. Ango bi du zimanan an jî sê yan çar zimanan werin perwerdekirin û gihandin.”

Pirzimanî, pirçandî, xwedî huner, felsefeyeke pêşketî

Guven diyar kir ku ji nav 194 welatan ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, li 113 welatan zimanên fermî ji yekê zêdetir e û di qadên cemawerî de pirzimanî di meriyêtê de ye wiha domand:  “Bo nimûne, li Çînê 51, li Hindistanê 22, li Rûsyayê 33, li Îtalyayê 12, li Filîpînan 18, li Afrîkaya Başûr 11 ziman an wek zimanên fermî yan jî wek zimanên herêmî tên naskirin û bikaranîn. Ji nav welatên ku cîranên Tirkiyeyê ne, li Iraqê 4, li Îranê 8 ziman bi awayekî fermî di zagonên bingehîn ên van welatan de cih digirin û tên naskirin. Li 22 welatên Ewropayê 458 ziman tên axaftin û ev hejmar her roj zêdetir dibe û li gel van zimanan zaravayên wan jî tên parastin. Bi vî awayî, nifşên nû hem zimanê xwe yê dayikê hem jî zimanê welatê ku lê dijîn hîn dibin û Ewropayeke pirzimanî, pirçandî, xwedî huner û felsefeyeke pêşketî derdikeve holê.  Lê gava ku em li welatê Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê naxwazin pêşketinên cîhana hemdem bibînin û bi hişmendiya avakarên komarê dibêjin “Darê min kulavê min, rehmet li dê û bavê min”.

Ji avakirina komarê heta niha tunehesibandina kurda

Guvenç anî ziman ku dewlet bi Lîstikên wekî TRT 6, Dersên Hilbijartî û li zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên dewletê yên ku bi gelê kurd demê didin wendakirin û ji çareseriyê dûr in û wiha pêde çû: “Ji aliyê polîtîkayên bişaftin, înkar, tunehesinandin û tunekirina çand û zimanan ve rehmetê li dê, bav û li pêşiyên xwe yên wek Mehmûd Esat Bozkurt tînin, ê ku wezîrê dadê bû di 18’ê Îlona 1930 yî de gotibû: “Fikra min û qenaeta min ew e ku ev welat, welatê tirkan e. Li welatê tirkan yek peywira gelên ku ne tirk in heye, ew jî ew e ku ji gelê tirk re xizmetkarî û koletiyê bikin”. Ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ku gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hatibû hiştin, ji wê demê heta roja îro, parastina çand û zimanê xwe û bidestxistina statûyeke siyasî armanceke sereke ye di têkoşîna gelê kurd de. Gelê kurd di daxwaza xwe ya “Ji Pêşdibistanê Heta Zanîngehê Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê” de bi israr e.”

Wê kurd têkoşînê bidomînin

Guvenç da zanîn ku heta zimanê kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê dê gele kurd têkoşîna xwe ya parastina zimanê kurdî ranewestîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, helbestên xwe bi zimanê xwe bixwînin, romanên xwe bi zimanê xwe binivîsin.Ev maf wek hemû zarokên cîhanê mafê zarokên Kurdan e jî. Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên Kurdan bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye. Bi taybetî li dê û bavan û pê re jî li tevahiya gelê kurd em bang dikin ku li hemberî vê helwesta înkar û tunehesibandina zimanê kurdî ya ku di sedsala 21’emîn de bi polîtîkêyên bişaftinê yên li ser gelê kurd tê meşandin, dengê xwe bilind bikin.”

Daxûyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeya ‘Bê ziman jiyan nabe’ bi dawî bû.