27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER’ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), li Parqa Enzelê ya navçeya Sûrê ya Amedê ji bo zarokan şahiyek li dar xistin. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û perwerdekarên MED-DER’ê tev li şahiyê bûn. Destpêkê li taxa Melîkahmedê bi kilaman li kuçeyan geriyan. Rêveberên saziyan û zarok heta Parqa Enzelê meşiyan. Zarok li vir destpêkê fêrî alfabeyê bûn. Piştre şahiyê bi govend, boyaxkirin û kilaman berdewam kir. Zarokên ku kêf kirin, kilama “Zimanê Kurdî” strîn.

Welatiyên derdorê û malbatan jî eleqe nîşanî şahiyê dan. Bernameya şahiyê bi xelatkirina zarokan bi dawî bû.