28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehdî  Ozdemîr: Dozger bi aşkerayî sûc dike

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr da zanîn ku di lêgerîna bûroya parêzer Resûl Temûr de dozger îdianameya ku wî bi xwe amade kiriye jî desteser kiriye û wiha got: “Dosya wî bixwe amade kiriye lê dest daniye ser. Bi vê yekê nîşan dide ku li gorî keyfa xwe tevdigerin û bi aşkerayî sûc dike.”

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de duh di danê sibehê de li 21 bajaran bi awayekî hevwext bi ser gelek mal û kargehan de hate girtin û rojnameger, hunermend, siyasetmedar, hiqûqnas û rêveberên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de zêdetirî 126 kes hatin binçavkirin. Yek ji parêzerên hatiye binçavkirin jî Resûl Temûr e ku parêzertiya rojnamegerên girtî dike. Di dema serdegirtinê de polîsan dest danîn ser dosyayên parastinê û hemû materyalan. Lêgerîna li bûroya Temûr 5 saetan domiya û balkêş e ku îdianameya ji hêla dozger ve hatiye amadekirin jî weke delîla sûc hate desteserkirin.

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku ev rewş mînaka helwesta keyfî ye.

Dozgerî sûc dike’

Ozdemîr, diyar kir ku desteserkirina dosyayên dozan û nîşeneyên parastinê yên parêzeran, astengkirina xebatên pîşeyî ye û wiha domand: “Di xala 58’an a parêzertiyê û xala 130’an a qanûna muhakemeya cezayan de tê gotin ku li gorî wesfê sûc, kirariya lêgerînê dikare were kirin lê divê dozger û nûnerê baroyê di dema lêgerînê de amade bin. Di lêpirsîna der heqê hevpîşeyên me de dosyayên dozan ên dişopînin weke sûc hatine nîşandan, weke delîl hatine desteserkirin. Ev yek jî nîşan dide ku bi awayeke aşkera xebatên pîşeyî yên parêzertiyê asteng dikin. Yek ji dosyayên dozan ên hatine desteserkirin jî îdianameya ji hêla dozger ve hatiye amadekirin e. Ev yek nîşan dide ku bi keyfî tevdigerin û dozger bi awayeke eaşkera sûc dike.”