3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan

Mehmet Zengeralpê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Bandirmayê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan.

Mehmet Zengeralpê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Bandirma ya Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan îro hate berdan. Zengeralp, di sala 1993’yan de li Şirnexê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate hate darizandin. DGM’ê, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Zengeralp. Zengeralp, di van 30 salên girtîbûna xwe de li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Wan, Erzirom, Mûş, Tekîrdag û herî dawî jî li Girtîgeha Hejmar 1 a Bandirma ya Balikesîrê ma.

Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê, nexweşiyên weke fitiqa piştê û mîdeyê bi Zengeralp re peyda bûn. Her wiha 3 meh berê jî bi hinceta ku dirûşm berz kiriye, înfaza wî hate şewitandin û cezayê wî 3 mehan hatibû dirêjkirin. Zengeralp, di 26 saliya xwe de ketibû girtîgehê û di 56 saliya xwe de derket. Zengeralp, li pêşiya girtîgehê j hêla endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumgirtiyan a Marmarayê (MA-TUHAYDER) û hevalên xwe ve hate pêşwazîkirin.

Zenergalp, piştî pêşwazîkirinê axivî û wiha got: “Niha keyfxweşiyeke kêm dijîm. Kengî ku hemû hevalên me yên di girtîgehan de hatin berdan, ev hest dê wê demê temam bibe.”