28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Mele Motor’ wefat kir

Ferhat Kuûrtayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê yek bû, bi berxwedana xwe ya li dijî îşkenceyê ya li Zindana Amedê di dîroka tevgera azadiyê ya kurd de cih girt. Mehmet Îlhan ku Kûrtay navê “Mele Motor” lê kiribû, di 74 saliya xwe de wefat kir.

Îlhan, yek ji meleyên welatparêz bû û di 74’ê saliya xwe de li Êlihê wefat kir. Îlhan, ji ber nexweşiyên girêdayî kalbûnê wefat kir û li Êlihê hate veşartin. Malbata Îlhan, şîna xwe li Mizgefta Hazretî Mûsa danî.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Ferhat Kûrtay li dijî zext û îşkenceyên bi rêvebirina Esat Oktay li Zindana Amedê dihatin kirin, agir berdan bedenên xwe û jiyana xwe ji dest da. Kûrtay, navê “Mele Motor” li Mehmet Îlhan kiribû.

Îlhan, ji ewil li navçeya Qoser a Mêrdînê dest bi karê meletiyê kiribû û li wê derê Ferhat Kûrtay û tevgera siyasî ya kurd nas kir. Di wextên nimêjê de bi motosîkletê diçû mizgeftê û ji bo karên din jî bi motorsîkletê dihat û diçû. Ji ber vê sedemê Kûrtay navê “Mele Motor” li Îlhan kiribû. Îlhan, zarokên xwe jî weke kesên welatparêz mezin kirin. Kurê Îlhan, Abdullah Îlhan jî mele bû û di sala 1992’yan de tev li refên PKK’ê bû. Îlhan, di êrişên li dijî Rojava de jiyana xwe ji dest da.

Kurê Îlhan ê bi navê Mele Necmettîn Îlhan jî di 2014’an di dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de derbasî Kobanê bû. Necmettîn Îlhan, di dema êrişên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.