3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Merwanî: Bila girtiyên me nekin amûrên hilbijartinê

Malbatên girtiyên nexweş çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê li ber Edliyeya Amedê berdewam kir.

Nûner û rêveberên DBP HDP, MEBYA-DER, TUAY-DER, Hewldana 78’an, OHD û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Mervanî axivî û wiha got: “Li cihê çareseriyê pêş bixin, ji me re darbestan dişînin. Ev nîşan dide ku hêj girtî di bin xetereyê de ne. Em dixwazin girtiyên me bên berdan. Em dixwazin di qanûnê xwe de wekhev nêzî girtiyan bibin. Em wekî malbatên girtiyan em ê nebin hevparê vî guneh û sûcî.  Hêj li dijî girtiyan sûc tê kirin. Siyaseta vî welatî ku ji bo vî welatî siyasetê dike, divê guh bidin denge me. Divê rêya çareseriyê bibînin. Divê girtiyên me wekî amûrê hilbijartinê bikar nînin. Ku wisa nêzîk bibin, dê bi ser nekevin. Kesên ku li çalakiya me xwedî derdikevin mala wan ava be.”  Çalakî bi dirûşmeya “Heq, hiqûq edalet”, “Bijî berxwdana zindanan” bi dawî bû.