6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Ciwanan a li Ewropa û Kurdistanê didome

Ciwanên kurd ji bo balê bikişînin ser dagirkirina Kurdistanê û bertekên xwe yên li dijî êrîşên li ser gelê kurd bînin ziman 3 rojin dimeşin. Ciwanên kurd û dostên wan, li Almanya, Yewmenîstan, Swîsre, Qamişlo û Hewlerê li dijî dagirkeriyê meşa xwe berdewam dikin.

Dusseldorf

Tevgera TCŞ û TekoJIN’ê li Elmanyayê bi armanca êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkarê wê PDK’ê tên protesto bikin 3 roj in meşa xwe berdewam dikin. Çalakgeran wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartê ‘’Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê’’ nivîsandî hilgirtin.

Mecaşa Dirêj a bi pêşeniya ciwanan tê lidarxistin de tevî astengiyan jî berdewam dike. Polîs û hem jî Tirkên faşîst dikevin hewila provokasyonê. Polîsên tehamulê ala TCŞ’ê nekirin îro jî bi kêfî mudaxeleyê ciwanan kirin û xwestin li nasnameyên wan binêrin. Polîs xwest bibe asteng ji xwendina danezana bi Elmanî re. Tevî van astengiyan meş berdewam dike. Meşa li Dortmûndê destpê bû wê li Dusseldorfê bi dawî bibe.

Swîsre

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ li Swîsreyê jî meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meşa îro li Schuptenê dest pê kir û wê li Zollîkofena Bernê biqede. Ciwan di 31’ê gulanê de jî ji bajaroka Bîelê meşiyabûn bajarê Lyssê û nîvrokê semînerek hatibû dayîn. Piştî navberê li ser navê CDK-S’ê siyasetmedar Metîn Mîntaş semînerek dabû.  Serokê sendîkaya Bîel FAU Jonny Rûmpt ê ku tevlî meşê bû diyar kir ku ew di meşê de nîşan didin ku bi gelê kurd re ne.

Meşvan ji bo roja 3’emîn a meşê li bajaroka Schuptenê kom bûn, bi alayên PKK’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Meşvan bi sloganan dimeşin û nîvrokî jî semîran li dar dixin. Wê çalakî li Zollîkofenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibe.

Qamişlo

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan, bi heman armancê sê roj in dimeşin. Tevgerên ciwanan bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin şerê azadiyê” meşeke dirêj a ji bo sê rojan bi rêxistin kirin. Meşa ku 30’ê gulanê li qada Osman Sebrî ya li navenda Qamişloyê destpê kir, di roja sêyemîn de li navçeya Girkê Legê ya li Kantona Qamişloyê dewam dike.

Yewnanistan

TCŞ û TekoJIN’ê li Yewmenîstanê jî bi heman armancê Meşa Dirêj dabû destpêkirin. Meşa Dirêj di roja sêyemîn de didome. Li Kampa Lavrîoyê bi tevlêbûna sedan kesan meşa ji bo sê rojan hatibû destpêkirin. Çalakvan duh gihiştin Marco Poûloyê û di destê sibehê de jî meşiyan Atînayê. Çalakvan bi pankartên ‘Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, werin cenga azadiyê’, ‘Defend Kurdistan’ û bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê meşa xwe didomînin. Çalakvan wê li pêşiya Akademiya Atînayê werin pêşwazîkirin û wê piştre li pêşiya Konsolosxaneya tirk daxuyaniyê bidin û ev çalakî wê biqede. Êvarî jî wê di çarçoveya Pêngava 1’ê Hezîranê de li kampa Lavrîtoyê şahiyek girseyî were lidarxistin.

Meşvanên Lavrîoyê: Heta ku dagirkerî bi dawî bibe em ê li ser piyan bin

Dûîsbûrg

Meşvanên Almanyayê xwe ji bo roja dawî amade dikin. TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ dest bi Meşa Dirêj kirîbûn. Meşa meşa ciwanan a li Almanya di roja 3’yemîn de ye. Ciwan wê di roja 4’an de li Dusseldorfê dawî li çalakiya xwe bînin.