21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir

Ji bajarên Ewropayê yên cuda gelek ciwanên kurd û yên enternasyonalîst ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK Abdullah Ocalan li Almanyayê kom bûn. Ciwan li bajarê Essenê kom bûn, bi dirûşmeya “Ji bo Azadiya Rêber Apo Werin Têkoşîna Azadiyê” meş dan destpêkirin. Ji bo meşê ciwan ji bajarên Almanya, Ingilîstan, Fransa, Swêd, Kolombiya, Avustralya, Îtalya, Spanya, Holanda û gelek welatên Ewropayê tev li çalakiyê bûn. Tê payîn meş 6 rojan bidome û rawestgeha yekem dê Duîsburg be.

Têkildarî meşê Çektar Serhed daxuyanî da û wiha axivî: “Ji 18 mehan zêdetir e ku tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Ji ber vê yekê em wek ciwanên kurd û yên enternasyonalîst heta ku Rêber Apo bi awayê fizîkî azad nebe dê çalak bidomin.”

Ji Komîteye Amadekar a Meşê Mordem Adar jî der barê meşê de ev tişt gotin: “Meşa me ya ewil a dirêj li Hanuayê dest pê kir û 17 rojan dom kir. Sedemên wê meşa me zextên li zindanan û şehadeta Mazlûm Dogan bû. Hingê li zindanan zilma 1982’yan û li Kurdistanê îşkence hebû. Di meşa wê rojê de Hozan Sefkan, Kasim Engîn û Hozan Mîzgîn hebûn. Meşa Dirêj a ku wê rojê dest pê kir îro bi ciwanên enternasyonalîst didome. Azadiya Rêberê me azadiya gelê me ye.”