18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Gemlîkê hate betalkirin

Meşa Gemlîkê ya ku wê îro bi dirûşma “Ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” bihata lidarxistin, ji ber erdheja ku li bakurê Kurdistanê pêk hat hate betalkirin. Şandeyê, ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kir.

Bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, dê îro bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi dirûşmeyaa “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” meş bihata destpêkirin.

Ji ber erdhejê meş hate betalkirin û meşvanên ku li pêşiya avahiya HDP’a Geverê hatin ba hev, ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kirin.