7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mestûre Kurdistanî 1804 -1848-I

Hemû hest û helbest têk çûbûn niha û çok vedabûn li pêşberî wê… Mestûre hemû êş û elemên evînê ku dilê wê disotin bi helbesteke serhildêr diherikand ser kulîlkên biharê û careke din li pêşiya demê dibeziya, dibû bayekî sergewer.

Heyf ku ez mam Mestûr û nediyar

Wek genca Qarûn nepen û navdar

Çawa nenalim her wekî neyê

Çima negirîm wek şûşa meyê?”

Di nava baxçeyî de her gavên xwe yên ku bi pêş de diavêt dihejmart û li gihayên ku ber bi bayê biharê ve ketibûn û li bin lingên wê direqisîn temaşe dikir.  Kulîlkên baxçeyî rûyên xwe dabûn şewqa berbangê û hêdî hêdî vedibûn. Piştî pelketina axê darên behîvan bi kulîlkên rengîn hatibûn xemilandin û wek bûken nû dibişirîn. Xweza bi tevahî ji xewa şîrîn a zivistanê şiyar bûbû. Jiyanê bi xeml û xêza xwe berdewam dikir. Ew darên ku par bi hev re çandibûn jî bihostek dirêj bûbûn û li bin siya darên din ên bejinbilijnd hesûdî dikirin.

Dema ku ew di qesra dê û bavê xwe de zarokeke biçûk bû û bêsînor li her derê qesrê dibeziya, wê jî gelek caran hesûdiya mezinbûyinê dikir. Ew jî wek van şitlên zirav û lawaz biçûk bû û erdê ku lê bû têrî wê nedikir ku her tim dixwest rehên xwe berde erdekî firehtir û kûrtir. Van darên zirav û lawaz jî niha wek wê bêsebr dixwestin di demeke nêzîk de bi lezûbez xwe berdin kûrahiya erdê û rojek zûtir xwe bigihînin tîrêjên rojê!… Lewre asîmanî ji dûrî ve ne şîn xuya dikir ne spî. Ew jî heta negihîştana wan asoyan dê çawa bizanibiyan ku rengê asoyan çawa ye? Ew çeşna wî, kêf û xema wî…

Evîneke ‘Mestûr’

Mestûre wek navê xwe ‘mestûr’ bû û her di nava lêgerînê de bû ku di nava qesr û bajaran de nedihewiya. Ew li tu cihekî an welatekî nedistirî. Ew jineke xwende û zana bû. Zaroktiya wê ji pêlîstoka zêdetir di nava pirtûkan de derbas bûbû. Xwendin û nivîsandinê jê re cîhanên nû ava kiribûn lê ew jî têrê nedikirin. Valahiya ku di ruhê wê de û xwe her tim dida hîskirin her ku diçû mezin dibû.  Heta ku dilê wê bi evînê hesiya!… Ew wê demê jî wek rojên zarokatiya xwe dîsa li tu erdan bi cih nedibû. Hemû hizr û hestên wê wek hespên boz bi çar gavan li dilê wê dida û nedikarî xwe bigirta. Herku bi hezkirina xwe ya ji bo Xusrew Xan dihesiya dil û giyanê wê li dijî demê tev digeriya. Ew li du hestên xwe dibeziya lê dem bi awayekî din diherikî, hemû hestên wê wek bi hezaran sal jiyabin û car din li zarokatiya xwe vegeriyabin li dil û mêjiyê wê dida. Ji evînê wêdetir bi demê re ketibû nava şerekî giran û li pêş demê dibeziya.

Xusrew

Ew di temenê xwe ya ciwan de bi hikumdariyê hate ceribandin.  Evînê her tim di bin siya wê ‘hêz’a hikumdariyê de cihekî xapînok didît. Ew dema xwe ji bin bandora hemû hêzên dinyewî dida aliyekî  dihat li bin siya evînê xwe vedişart. Evîn jê re stargeh bû, mal bû, qalika ew dilê wêran bû… Wî xwe diavêt ber deriyê evînê, ber rehma Mestûreyê!…

Mestûre ne tenê bi dil û hestên xwe bi zanebûna xwe jî ew diparast, dida meşandin û pê re dimeşiya. Ew jineke henûn, nazdar û dilnizm bû; bi hestên xwe, fikr û feraseta xwe xwedî kurahiyeke bêsînor bû.

Xusrew Xan

Ew bi hêz û baweriya hikumdariyê wek agirê ber bi bayî bikeve carina dibû bablîsok û li derdora wî çi hebûya bi xwe re dixist nava agir û belav dikir. Mestûre gelek caran rastî wê bablîsokê dihat û her car jî wek abîdeyekê li dijî wê disekinî. Piştre hêrsa xwe, êşa xwe, xemgînî û evîna xwe hembêz dikir û dihat xwe diavêt ber bextê helbestan ku xwe bi wan aş dikir û dilê xwe li bin lingên helbestê radixist.

Xusrew Xan, wek pêlên avê bû, carina bilind dibû, diherikî lê carna jî wisa aram dibû ku wê demê tu kesan nedizanî di ruh û mêjiyê wî de çi tê jiyîn!..

Niha ew rojên aram û evîndarî jî, yên pêlpêlî û ji agir jî li paş mabûn. Xusrew Xan bi xatirxwestineke bêdem û wext pişta xwe dabû  hemû rengên biharê û çûbû!… Jiyana wî wek barana biharê xurt, bi coş û têr û tijî derbas bûbû lê dîsa wek wê baranê bi carekê ve bi dawî bûbû… Li pey xwe ‘Mestûr’eke deryayî hiştibû, ku dê biherikiya û bûbûya çavkaniya helbestê.

Şîna Biharê

Ew rojên xweş û geş ên biharê li ber çavên Mestureyê reş û tarî bûbûn. Kulîlkên vedikirin wek li dijî wê serî rakiribin ew dixist nava êşeke mezintir.

Mestûre niha di nava baxçeyê mala xwe de wêranbûna baxçeyê dilê xwe temaşe dikir. Bi vekirina her kulilkekê di dilê wê de jî birînên kur vedibûn. Erê jiyan berdewam bû lê çima ji bo wê jî nediherikî ku ew  çend şev û roj bûn kevirekî  hişk û cemidî hembêz dikir û axa reş radimûsand!…

Hemû hest û helbest têk çûbûn niha û çok vedabûn li pêşberî wê. Mestûre li her bihosteke baxçeyî digeriya û bayê li rûyê wê dixist hembêz dikir; bêhna biharê dikişand dil û hinavên xwe û bi kulilkên bêreng û deng re diaxivî. Hemû êş û elemên evînê ku dilê wê disotin tevî hêsrên çavên xwe bi awazekî bilind diherikand ser kulilkên biharê û bi helbesteke serhildêr careke din li pêşiya demê dibeziya û dibû bayekî sergewer…

***

Ey Xusrew!

Ya Xweda!..

Bila îsal bihar neyê û dar û ber nebişkivin

Bilbil li mêrg û çîmenan nexwînîn

û li ser gulan rûnenê

Lilûper heta roja dawî û exretê

ji nava avê dernekeve

Binevş, nesrîn û şewbo hersê jî şîn nebin

Ji gula sor gulav neyê girtin

Bila leşker û sipayê gulan pest û birçûl bin

û di nava çin û laleyê de jî bila her tim reng zer bin

Û dilê wan tijî xwîn bin

Bila wizîna bayê bakur ji nava çîmen dernekeve û neweze û gulên ceîferî, semen, lêhan û beydax şîn nebin.

Ey mezin û gewreyê min!

Bila piştî te û piştî ku te çavên xwe ji vê cîhanê re girt

Ey xweda!

Bila tu kes nikaribe nêrgîzê bêhn bike

Bila her kesek destegulekê bigire destê xwe

û di dilê xwe de daçikilîne

Bila dengê qebeqeba kewan ji çiyan neyê

Û bila ne gul reng bide û ne jî gulzar rengîn be

Ji bo çi Xusrew di nava gulgoyê de bend bûye

Û Mestûre jî ji temaşekirin û dîtina biharê nerihet û bêzar bûye?

Jiyana Mestûre Kurdistanî

Mestûr Kurdistanî anku Mah Şeref Xanima Kurdistanî di sala 1804an de li bajarê Sineyê ji dayik bûye.

Dayika wê Melek Nîsa ji malbata wezîrê Sineyê, bavê wê Hesen Beg jî ji malbata Qadirî bû ku herdu malbat jî li Mîrgeha Erdelanê bi serwerî û ronakbîriya xwe xwedî qedr û qîmet bûn.

Mesture Kurdistanî bi piştgiriya dayik û bavê xwe li parêzgeha Sineyê dest bi xwendinê dike û li gel zimanê kurdî hînî zimanê erebî û farisî jî dibe. Herwiha li gel perwerdehiya zanistî û dînî perwerdehiya wêjeya kurdî, farisî û erebî jî digire.

Mesture beriya biçe dibistanê hînî xwendinê bûbû û ji lîstikê zêdetir ji xwendinê hez dikir. Dema di pirtûkxaneya mamosteyên xwe de rastî pirtûkên helbestan hatibû gulpegulpa dilê wê bû ku wek gihîştibe asoyên dûr bi per û bask ketibû. Wê bi şev û roj li ser hev pirtûkê helbestê dixwendin û gelek helbest jî ji ber kiribûn.  Piştî ku hînî zimanên farisî û erebî jî bûbû cîhana hestên wê û yên helbestê hê kûrtir û geştir bûbû.

Ew li gor dema ku tê de dijî perwerdehiyeke pir baş dibîne, lewre di wê serdemê de çûyina zarokên keçik a dibistanê baş nedihat dîtin û gelek zarokên keçik ji ber vê nêzîkatî û hişmendiyê ji mafê xwe yên bingehîn ê xwendin û nivîsandinê bêpar dihatin hiştin.

Mesture ligel perwerdehiya ku dîtî bi kesayet jî gelek jîr û jêhatî bû ku mamosteyên wê jî gelek caran li ber vê zîrekbûn û jîrbûna wê şaş diman. Wê bi meraqa xwe ya xwendinê xwe gelek pêş xistibû û li gor zarokên ku di heman temenê de bûn pêşdetir bû. Gelek caran li pêş mamosteyên xwe bû jî û bi eleqeya li ser mijarên cuda, bi sekn û hewldanên xwe bala hemû mamosteyên xwe dikişand ser xwe.

Mestûre Kurdistanî taybetî ji xwendina helbestan gelek hez dikir û di vê heyamê de dest bi nivîsandina helbestan jî dike.Wê helbestên xwe herî zêde bi zaravayê goranî yê kurdî dihonand.

Xwendina helbestan cîhaneke nû û bêsînor jê re vedikir û wê dixwest di nava vê cîhana nû de bi awayekî bêsînor di nava hizr û xeyalan de bivezile û bireqise. Herwiha ew bi gelek helbestên xwe di wêjeya kurdî de jî cihekî taybet digire ku helbestên wê hê jî di astateke bilind de tê nirxandin û navê wê bi gelek helbestkarên qedirbilind re derbas dibe.

 Stêrka Jîrbûn û Zanabûnê 

Mestûreyê jî dizanî ku malbata wê malbateke  qedirzan û pêşketî bû ku di gihandina wê de bandora vê yekê pir hebû. Ji ber vê sedemê Mestureyê dê piştre derbarê malbata xwe de ev gotin bianîna zimên:

“Ez bi dadwerî û kerema Xwedayê dilovan, ji roja ku ji dayika xwe bûm ketim bin wesayeta dayik û bavê xwe. Ez bi perwerdehiyeke bi saya wan -ku wek stêrkên jîrbûnê yên li lûtkeyên esmanan bi awayekî xwezayî û bi hezkirineke rasteqîn nêzîkî perwerdehiya zarokan dibûn- mezin bûm û gihîştim. Bi taybetî jî wek kulilka ewil a ku li vî baxçeyî şîn bûbûm û mezin bûbûm, bi saya perwerdehiyê û bi gihandina vîneke ji pola derfet çêbûn ku destên min hînî nivîsê, çavên min jî hînî xwendinê bibin”

Mestûre hem ji ber perwerdehiya ku dîtibû hem jî bi kesayeta xwe ya taybet û jîrbûna xwe ji gelek kesên wê demê cudatir û pêşdetir bû. Jinên ku di  nava malbatên esil ku di nava civakê de jî dihatin nasîn mezin bûbûn bi gelemperî perwerdehiya xwendina helbestan didîtin; stranbêjî hunereke taybet bû ku her yek ji wê perwerdehiyê derbas dibûn û di heman demê de hînî reqsê jî dibûn. Perwerdehî û hunera siwariyê jî taybetmendiyeke herî berbiçav bû ku gelek jinên kurd ji vî alî ve xwedî tecrûbeyên girîng bûn û bi vê hunera xwe derdiketin pêş.

Dîroknasa Yekemîn a Jin

Dayika  Mestûreyê Melek Nîsa û bavê wê Hesen Beg jî ligel van kevneşopiyên di nava malbatên kurdan de binecih bûne eleqeyek mezintir nîşanî perwerdehiya Mestûreyê dibûn û dixwestin ew ji aliyê ronakbîriyê ve jî bi pêş bikeve. Ji ber vê sedemê dayika wê Melek Nîsa bi taybetî jê re behsa gelek çîrok, serpêhatî û efsaneyên kurdan dikir. Hesen Beg jî gelek caran ji dîroka kevn a kurdan bigire heta dîroka mîrîtiyên Erdelanê -ku kelehên wan ên qedîm ji aliyê hikumdarên tirk û farisan hatibûn hilweşandin- dikir. Mestûreyê bi awayekî micîd û bi baldariyek kur guhdariya dê û bavê xwe û mamosteyên xwe dikir û gelek diwanên helbestan û pirtûkên cuda yên li ser dîrok, wêje û çanda kurdan hatibûn nivîsin jî dixwendin.

Mestûre ji biçûkahiya xwe heta ciwaniya xwe  dê turikên dil û mêjiyê xwe bi van agahî û serpêhatiyên girîng bidagirtana û di demên pêş de dê pirtûka bi navê ‘Dîroka Erdelanê’ binivisanda.

Mesture pêvajoya nivîsandina vê pirtûkê wiha vedibêje:

“Dema min pirtûkên wan kesayetên qedîm dixwend di hiş û ruhê min de nivîsandina dîroka Erdelanê jî geş dibû. Pêwist bû ku ev dîroka qedîm a Erdelanê û gelê wê yê ku çarenûsa wan a girêdayî vê dîrokê bû bihata nivîsin. Ez dibinim ku gelek axaftin û şîrove li ser bûyerên ku qewimîne hatine kirin û gelek nivîs jî li ser hatine nivîsin lê ji hemû van agahiyan pir kêm tişt mane ku gihîştine ber destên me. Ez dîroka Kurdistanê hê wek dureke ku nehatibe nexşandin dibînim.”

Mestûre Kurdistanî bi vê pirtûka xwe ya lêkolînê ku li ser dîroka mîrîtiya Erdelanê nivisîye û bi berhemên xwe yên cudatir hê jî wek çavkaniyeke bingehîn tê dîtin. Herwiha ew bi van xebatên xwe yên qedirbilind  li Rojhilata Navîn dibe dîroknasa yekemîn a jin. (Dê Bidome…)