6 Eylül, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşvanên li dijî qeyûm gihiştin Elbakê

 “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku di roja sêyemîn de didome gihişt navçeya Elbakê. Meşvan dê serê sibê ji navçeya Elbakê ber bi Colemêrgê ve rêya xwe berdewam bikin.

“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya DEM Partiyê ku li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, li navçeya Elbaka Wanê ber bi Colemêrgê ve berdewam dike. Meşvan li Tesîsên Bêhnvedanê ya Ovayê daxuyanî dan. Meşvanan pankarta, “Rêzgirtina ji îradeyê re, em rê nadin qeyûman” vekirin û bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di şexsê hevşaredarê me yê Colemêrgê Siddik Akiş de îradeya gelê kurd hat desteserkirin û darbe lê hat kirin. Ev ji xeynî mêjiyê mêtingeriyê ya sedsalî tu tiştekî din nîne. Ev sedsal in îrade, hebûn, statû û mafê hilbijartinê yê gelê kurd ji dest hatiye girtin. Ev meşa rêzgirtina ji îradeyê re li dijî hişê faşîst û mêtingeriyê ye. Di heman demê de ev meş li dijî tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan û tecrîda li hemû girtîgehan e jî. Heta ku heq, hiqûq were welat, heta ku statûya gelê kurd û zimanê zikmakî bi destûra bingehîn bê mîsogerkirin, wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike.”

Ûçar destnîşan kir ku çalakiya wan tenê ne bi meşvanan re hatiye sînordarkirin di heman demê de dilê bi milyonan kes bi meşê re ye û wiha got: “Helbet wê demokrasî were vî welatî. Helbet wê ev demokrasî û edalet bi têkoşîna gelê kurd û dostên wan pêk were. Îro salvegera kuştina Vedat Aydin e. Vedat Aydin ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin. Em carek din Vedat Aydin bi rêzdarî bibîr tînin. Em carek din diyar dikin ku em ê bi gelê Colemêrgê re di nava berxwedanê de bin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan ji cihê bêhnvedanê ber bi navenda navçeya Elbakê ve dest bi meşê kirin. Meşvan ji wir heta Navçeya Elbakê 13 kîlometre meşiyan û di meşê de bê navber dirûşmeyê “Bijî Serok Apo”, “Bijî Çapemeniya Azad berz kirin. Meşvan dema gihiştin navçeya Elbakê ji aliyê gel ve bi tilî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Meşvanan li parka Elbakê demekê govend gerandin û piştî govendê navber dan meşê. Meşvan dê sibê di roja çaran de meşa xwe ber bi Colemêrgê berdewam bikin.