4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Metranê Dêra Firatê: Abdullah Ocalan ji bo her kesî pira aştiyê ava kir

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan ji 14'ê Gulanê ve serdana gelek partî, eşîr, rûspî û nûnerên pêkhateyan dike. Vê carê jî serdana Metranê Dêra Cizîr û Firatê Mar Morîs Amsîh kir

Şandeya însiyatîfê ji berdevkê wê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê Nuha Omer û Fuad Cûlî pêk hat. Di serdanê de armancên pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin şîrovekirin.

Metranê Dêra Cizîr û Firatê Mar Morîs Amsîh, Rêber Abdullah Ocalan bi Nelson Mandelayê serdemê û kilîta çareseriyê ya Rojhilata Navîn wesifand.

Amsîh wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan û herêmê, biratiya gelan û azadiya wan her tişt tehemul kir. Em ji bo azadiya wî dua dikin û hêvî dikin ku vegere, ji bo ku rêya xwe ya ji bo azadiyê û mirovahiyê temam bike. Wî hezkirin da her kesî. Ji bo her kesî pirên hezkirinê û aştiyê dirêj kirin.”

Amsîh wiha domand: “Em dua dikin ku ev însiyatîf, bibe însiyatîfeke navneteweyî û li her dera cîhanê belav bibe. Ji ber ku vî kesî, dilê xwe ji gelan re vekir, ne tenê ji bo gelê kurd têkoşiya. Em hêvî dikin ku azad bibe û ji bo ku ewlehî li herêmê me serwer be, em dua dikin.”

Amsîh da zanîn ku ew piştgiriya pêngava navneteweyî dikin. Şandeyê jî di dawiya serdanê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diyarî Mar Morîs Amsîh kirin.