2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz dest pê kir

Li Zurîhê 11’emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansizê dest pê kir. Jinên beşdarî mîhrîcanê bûn peyama, “Têkoşîna Sara rê nîşanî me dide” dan.

Li Kantona Zurîh a Swîsreyê, 11’emîn Mîhrîcana Jinan Sakîne Cansizê dest pê kir. Mîhrîcan bi boneya bîranîna damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sara (Sakîne Cansiz) ku endamê MÎT’ê di 9’ê Çileya 2013’an de Parîsê qetil kir, her sal tê lidarxistin. Mîhrîcan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û bi piştgiriya nêzî 30 rêxistin û însiyatîfa jinan, li qada Kasernenareal a Zurîhê bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” pêk tê.

Qada mîhrîcanê bi wêne û posterên şoreşgerên jin ên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd bûne û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Mîhrîcan bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Endama YJK-S’yê Selma Surer axaftina vekirinê kir. Selma Surer anî ziman ku bi mîhrîcanê jinên cîhanê têne ba hev û got, têkoşîna jinên Kurd rê nîşanî jinên bindest dike.

Piştre li ser navê YJK-S’ê Ozen Aytaç jî axivî û bal kişand bi ser girîngiya ruhê têkoşînê yê Sakîne Cansiz û Zeynep Kinaci. Ozen Aytaç diyar kir ku têkoşîna Sara û Zîlan nexşeya rêya wan e. Ozen Aytaç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sakîne Cansiz felsefeya jiyanê ya gerîla ye. Di jiyanê de hemû astengî yek bi yek derbas kir û bû xwedî hêz. Têkoşîn her tim ji bo wê bû mijara rûmetê. Ew li her derê bû, carna fermandar, carna şervan, carna dîplomat, carna xwişk, carna jî berxwedêr û ya herî girîng jî bi sekna xwe rê nîşan da. Têkoşîn û berxwedana wê ji me jinan re mîrate.”

Di berdewama axaftina xwe de Ozen Aytaç, gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci ya ku di sala 1996’an de li Dersimê di encama çalakiya fedayî de şehîd bû bi bîr anî û got: “Çalakiya Zîlan ji bo me destpêka serdemeke nû ye. Têkoşîna hevrê Sara û Zîlan nexşerêya me ye. Têkoşîna wan a jinan êdî li cîhanê belav bûye. Em jin, mîrateya ku me ji wan girtiye ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, bi hev re ber bi şoreşê ve dimeşin’.”

Mîhrîcan bi çalakiyên çandî yên ji aliyê gelek saziyên jinan ve tên lidarxistin berdewam dike. Saziyên ku di organîzasyona mîhrîcanê de cih digirin ev in; Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Jinên Ciwan ên Kurd (TekoJIN), Women Defend Rojava, Medico International, Frauen Lesbes Kasama, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH), FÎST, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), PDA, Jina Nû, Tevgera Elewiyên Demokratîk (FEDA), Zurîh Kollektive, Solifonds, Frauenbundnis, Weqfa Jinan a Navneteweyî (WÎLPF) Yekîtiya Jinên Sosyalîst (BFS), Pira Zurîhê ya Amedê, BastA, Partiya Sosyalîst (SP), Lîsteya Alternatîf (AL), Frauenstreick (Greva Jinan) , UniMenos, Mor-Sor Kollektive û Bethnahtin Frauen UnioN