2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihrîcana Sakîne Cansiz di 30’ê hezîranê de ye

Jin dê di 30’ê  Hezîranê de Mihrîcana Sakîne Cansiz pêk bînin. Jin ji mihrîcana ku dê li bajarê Zûrîchê pêk bînin amade ne.

Amadekariyên ji bo 11’emîn Mihrîcana Jinê ya Sakîne Cansiz ku dê di 30’ê Hezîranê de li bajarê Zurîchê ya Swîsreyê pêk bînin didome. Nêzî 30 sazî û înîsiyatîfên jinan piştgiriyê didin festîvalê. Civaka Demokratîk a Kurd a li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ji bo mihrîcanê xebatê dikin. Amadekariyên teknîkî qediyaye. Li hemû bajarên Swîsreyê karên ji bo mihrîcanê didomin.

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku amadekarî hemû qediya ne û got, “Weke jinên Kurd ên li Swîsreyê dimînin em li nava malan digerin û jinên Kurdistanî û dostên xwe vedixwînin festîvalê. Bi belavokên ji zimanên cuda, bi danîna standinên agahdarkirinê em hewl didin festîvalê bidin naskirin û bikin ku tevlîbûneke xurt lê bê kirin.”

Dîlan Çetînkaya diyar kir ku jinên Kurd pêşengiyê ji festîvalê re dikin lê belê gelek rêxistinên jinan ên femînîst ên Swîsreyî û partiyên siyasî jî tevlî festîvalê dibin.

Dîlan Çetînkaya wiha axivî: “Di 30’ê Hezîranê de roja Yekşemê em li benda gelê xwe ne ku bi rengên xwe yên Kurdistanî tevlî festîvalê bibe. Bi kinc, xwarin û çanda xwe em ê li qadê bin.”

Karê festîvalê dewam dike

Aktîvîsta YJK-S’ê Hatîce Kandal jî bal kişand ser karên ji bo festîvalê yên li Cenevreyê û got, “Li her derê otobus hatine amadekirin. Ji qada Cenevreyê jî otobus amade ye. Em ê roja Yekşemê tevî gelê xwe li qada festîvalê bin.

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S’ê Tûba Yilmaz jî anî ziman ku ji bo festîvalê ew serdana malan dikin û mirovan vedixwînin festîvalê.

Ji Kantoan Valaîsê Berdevka Meclîsa Jinên Kurd Dîlan Pinar jî ragihand ku bi serdana malbatan ew jinan vedixwînin festîvalê û got, “Li qada me jî wesayit hatiye amadekirin. Em ê bi xurtî tevlî festîvalê bibin.

Endama meclîsa Jinê ya Lajîn a Lozanê Bahar Yeşîlyûrt jî diyar kir ku tevî malan wan serdana kampên penaberan kirine û jin vexwendine festîvalê.