2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mînakek ji destkeftiyên şoreşa ziman (HRRK)

serhildana gelê rojavayê Kurdistanê ketibû qûnaxeke nû û di nava Şoreşa Rojava de Şoreşa ziman jî pêş ket. Li vir ez dixwazin behsa tenê mî,nakekê ji wan mînakan bikim ew jî HRRK ye

Ji kesekî navserê yê di temenê min de anku nifşên ciwanên salên 90’î dema ku em van kar û xebatên hêja dibînim û derefetên ku şoreşa Rojava bi xwe re anîn dibînin, gelek şa dibin û dîmenên jiyana beriya şoreşê ya di bin sîwana rejîma Baasê de tên bîra min.

Wekî mînak di salên 90’î de ji bo ku em karibin helbestên xwe ji çend kesan re bixwînin me zor û zehmetiyên dijwar didîtin.

Ji dîtina malekê ku em lê bicivin û heta vexwendina çend kesên ku haya wan ji wêje û zimanê kurdî heye karekî gelekî zehmet bû. Piştî ku ew amadekarî jî bi zor û heft belayan dihatin bidestxistin êdî tirsa ku istîxbarata rejîmê bigire ser malê di dilê her beşdarekî/ê de bû.

Me helbestên xwe bi pistepist dixwendin da ku dengê me zêde dernekeve derveyî wê mala em lê kom bûne.

Her wiha di wan salan de kampanyayeke ji bo hînkirina xwendin û nivisandina zimanê kurdî hatibû destpêkirin. Her yekî/ê ji me komeke şagirt ji xwe re peyda dikir û li malekê ew kom dikirin da ku wan hînî xwendin û nivisandina bi zimanê kurdî bikin.

Niha gelek ji wan zarokan mamoste ne û gelek ji wan jî di saziyên Rêveberiya Xweser ên çand, huner û perwerdeyê de cih digirin. Her wiha gelek mînak û zehmetiyên wê gavê tên bîra mirov lewre jî dema mirov niha pêşketin û destkeftinên di wan waran de dibîne dilê mirov xweş dibe.

Bi gotineke din mirov dikare bêje ku piştî salên 2019’an şoreş û serhildana gelê rojavayê Kurdistanê ket qûnaxeke nû û di nava Şoreşa Rojava de Şoreşa ziman jî pêş ket.

Lewre jî niha bi hezarên dibistan û bi dehên zanîngeh û peymangehên bi zimanê kurdî perwerdeyê didin zarok û ciwanên rojavayê Kurdistanê, çêbûne. Her wiha bi dehan saziyên ziman, wêje, çand û hunderê hatine avakirin.

Wekî mînak ez dixwazim li vir behsa beşekî ji kar û xebatên saziya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdistanê HRRK’ê bikim ku bi salane xebatên çand û zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê dike.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê piştî serhildana Qamişlo di nîsana 2004’an de li bajarê Sandviken ê Siwêdê, bi amadebûna 40 nivîskar, hunermend û rojnemevanên kurd hat damezrandin.

Hevgirtina Rewşenbîran piştî wê şaxên xwe li bakur û başûrê Kurdistanê jî ava kir û dawî di 23 û 24 Kanûn a 2016’an de 5’emîn kongreya xwe li Qamişloyê li dar xist û ji wê rojê heta niha kar û xebatên çand û ziman li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Yek ji xebatên girîng ên HRRK’ê ew e ku Pêşbirka Helbesta Kurdî A Ciwanan her sal li dar dixe. Pêşbirk bi piştgiriya Komeleya Xêrxwazî ya Janî Xelef tê lidarxistin.

Di pêşbirkê de ciwanên Rojava ji temenê 18 heta 30 salî tê de beşdar dibin, û xelatên helbesta yekemîn, duyemîn û sêyemîn tên belavkirin.

Her wiha Festîvala HRRK’ê jî  salan e tê li dar xistin û tê de çîrok, helbest, şano, fîlmên sînemayî, pêşangeha xêzkirinê û çalakiyên hunerî pêk tên û 20 rojan dewam dike.

Di heman çarçoveyê de di meha Remezanê de her sal bernameya Remezanê ya bi navê Fenerên Rojava ku komek çalakiyan di nava xwe de dihewîne, tê lidarxistin.

Herwiha di hefteyî de, her sêşem çakiyên wêje û hebesta Kurdî a klasîk tê lidarxistin.

Li navenda HRRK’ê wekî din jî gelek panel û semîner tên lidarxistin.Lewre jî dema mirov xebatên wiha hêja û destkeftiyên gewre yên li rojavayê Kurdistanê dibîne mirov di dilekî rihet dibêje ne xweziya me bi wan rojên di bin desthilata rejîma Baasê de.

Her wiha mirov bêtir fêm dike ku çima ewqas êrîş li dijî deverê û destkeftiyên wê yên di her warî de dibin.