4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîthat Sancar û heyeta pê re çûn serdana Emîne Şenyaşar

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hatibû qetilkirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar çû navçeya Pirsûs a Rihayê û Emîne Şenyaşar ziyaret kir. Şenyaşar, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nekarî biçe pêşiya Edliyeya Rihayê û Nobeta Edaletê li mala xwe domand. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan û endamên partiyê jî bi Sancar re bûn.

Di serdanê de Sancar anî ziman ku ew her tim piştgiriyê didin malbata Şenyaşar û heta edalet pêk tê jî wê têkoşîna xwe bidomînin. Sancar, destnîşan kir ku Ferît Şenyaşar wê têkoşîna xwe li meclisê hêj xurtir bidomîne û heta bêhiqûqî bi dawî dibe jî wê bixebite.

Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ew ê têkoşîna xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê bidomîne heta ku kurê wê Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derkeve.