7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP û DFG’ê xwest Tirkiye dawî li êrîşan bîne

MKGP û DFG'ê, êrîşa SÎHA ku duh li dijî maşîna JIN TV pêk hat û ajokarê maşînê jiyana xwe ji dest da û nûçegîhan jî birîndar bû, şermezar kir

MKGP û DFG’ê êrişa li dijî xebatkarên Jin TV’yê şermezar kir û ji qada navdewletî xwest ku dengê xwe bilind bikin da ku Tirkiye dest ji van êrîşan berde.

Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî wesayîta xebatkarên Jin TV’yê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatibû, şermezar kirin. Saziyên rojnamegeran destnîşankirin ku bi taybetî li dijî rojnamevanên jin bi sîtematîk êriş pêk tên û tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin.

Saziyên rojnamegeran ev tişt gotin: “Rojnamevanên kurd û çapameniya azad bi deh salan ji bo ragihandina heqîqetê gelek berdêl dan û hêj jî didin. Mixabin mînakeke din vê carê li Rojavayê Kurdistanê pêk hat û êrişek bi balafirên dewleta tirk li wesayita televizyona Jin TV’yê hat kirin. Di serî de em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Çapemeniya kurd di nava xwe de têkoşîneke mezin dihewîne. Li dijî nenaskirina nasnameya gelekî û li dijî zilm û zordestiya dewletan yek ji rêbaza têkoşînê ye. Loma jî li dijî pîşeya rojnamegeriyê û karê ragihandinê her tim zext, zordestî û êriş pêk hatine. Ev zext û zordestî jî bi taybet li dijî kedkarên çapemeniyê yên jin bi awayekî sîstematîk pêk tên. Gelek caran jî rojnamevanên ku li herêmên şer peywira xwe pêk tînin êriş li wan tên kirin û têne qetilkirin.

Herî dawî roja 23’yê tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîrê yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê yê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li erebeyeke rojnamevanan da. Bi êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk a li ser rêya Amûdê Qamişloyê nûçegihaneke jin a bi navê Delîla Egîd birîndar bû û karmendê JIN TV’yê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jî jiyana xwe ji dest da. Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema li ser karê xwe bûn bi êrişên balafirên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan.

Bi van êrişan dewleta tirk peyman û zagonên navneteweyî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dike. Loma jî dezgehên mafê mirovan û yên çapemeniyê yên navneteweyî divê li dijî van êrişana xwe ker û lal nekin. Bersiveke bi bandor bidin van êrişana. Û bila ev yek baş bê zanîn, bi operasyon, kuştin, zext, zordestî, êriş û îşkenceyê ew ê tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin. Wê şopdarên heqîqetê dev ji ragihandina rastî û heqîqetê bernedin.

Em careke din vê êrişa li ser rojnamevanên jin bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku dewleta tirk dev ji van êrişên xwe yên dûrî mirovahiyê berde. Her wiha em ji malbata Jin TV’yê û tevahiya rojnamevanên jin re sersaxiyê dixwazin û dibêjin kedkarên çapemeniya azad nemir in.”