20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muftuoglu: Çapemeniya azad serî natewîne

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, diyar kir ku ji bo polîtîkayên hikûmetê yên li dijî gelê kurd aşkere nebin êrîşî çapemeniya kurd dike û got: “Di kevneşopiya çapemeniya azad de serînetewandin heye.”

Di operasyona 23’ê nîsanê ya li dijî rojnamegerên kurd de 9 rojnameger hatin binçavkirin û 4 roj şûn de ji  9 kesan 3 rojnameger hatin girtin. Di heman rojê de polîsên Belçîkayê jî bi ser studyoyên Medya Haber û Stêrk tv de girtin û zerarek mezin dan studyoyê. Têkildarî operasyonên li dijî çapemeniya kurd Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û Rojnameger Haki Boltan armanca êrîşan vegot.

Operasyon girêdayî têkçûna 31’ê Adarê ye

Rojnameger û Hevseroka  DFG’ê Dîcle Muftuoglu diyar kir ku di operasyona 23’ê nîsanê ku navenda wê Stenbol bû de 9 rojnamegerên kurd hatin binçavkirin û wiha got: “4 roj şûnde 9 rojnameger sewqî edliyê kirin. Dadgehê ji 9 rojnamegeran 6 rojnameger bi şertê kontrola edlî serbest berdan û 3 rojnameger girtin. Di heman rojê de li Belkçîkayê jî polîsan bi awayekî korsan bi ser studyoya Stêrk Tv û Medya Haber TV de girt. Hem operasyona li Stenbolê û hem jî serdegirtina ser televîzyonan girêdayî helwesta AKP’ê ya piştî windakirina hilbijartina 31’ê Adarê  ye.”

Hevseroka DFG’ê Muftuoglu, anî ziman ku îktîdara AKP’ê piştî hilbijartina 31’ê Adarê dengekî pir zêde winda kir û wiha berdewam kir: “Gel ji van polîtîkayên AKP’ê re got êdî bes e. Îktîdara AKP’ê ji bo civaka xwe winda neke, careke din li dijî gelê kurd biryara şer girt. Di vê pêvajoyê de rayedarên AKP’ê li Iraq û Hewlerê hin ziyaret pêk anîn û hin peyman îmze kirin. Ev operasyon û êrîşa li ser medya kurd jî tam di vê pêvajoyê de pêk hat. AKP’ê piştî di hilbijartinê de winda kir, bi vî şerê li dijî kurdan dixwaze dîsa hêza xwe komî ser hev bike.”

Beriya êrîşa li ser gel êrîşî çapemeniyê dike

Dîcle Muftuoglu, da zanîn ku yek ji sedemên şerê li dijî kurdan jî dixwaze bibe xwediyê çavkaniyên enerjiya herêmê û wiha got: “Dixwaze bibe amûrê ku vê çavkaniya enerjiyê bigîne welatên ewropayê. Kurdan li vir ji bo xwe wekî gef dibîne û hewl dide kurdan li vir tune bike. Di vir de yê vê rastiyê bîne ziman û bi raya giştî re parve bike çapemeniya kurd e. Ji ber vê yekê li dijî çapemeniya kurd êrîşên mezin pêk tîne. Ev operasyona dawî jî nîşana vê yekê ye. Bêguman ev  êrîşên li dijî çapemeniya kurd ne tenê îro pêk tên. Di demên borî de jî gelek mînakên bi vî rengî hene. Di beriya her êrîşa li dijî çapemeniya kurd de hedef û armancên îktîdarên wê demê ku li dijî gelê kurd şer bide destpêkirin heye. Çi çara ku îktîdar dixwaze li dijî gelê kurd şer pêş bixe, operasyonên li dijî çapemeniyê pêş dixe û dixwaze berê çapemeniyê bêdeng bike.”

Dixwazin civakê bêdeng bikin

Rojnameger Muftuoglu, destnîşan kir ku îktîdarên borî û îktîdara niha jî heman rêbaz pêk anîn û wiha pêde çû: “Îktîdar bi vê helwestê dibêje ‘Kesên li dijî min derkevin û helwesta min qebûl nekin, ezê êrîşî wan bikim û ez ê hemû kesên li dijî xwe bigirim. Ezê hemû kesên li dijî xwe tune bikim. Îktîdar bi van operasyonan ne tenê çapemeniyê, dixwaze hemû civakê bêdeng bike. Dibêje ‘Kesên li dijî polîtikayên min raweste û dengê xwe bilind bike ezê wan bigirim û bêdeng bikim.”

Di çapemeniya azad de berxwedan heye

Hevseroka  DFG’ê Dîcle Muftuoglu, da zanîn ku di kevneşopiya çapemeniya azad de berxwedanek heye û wiha got: “Di kevneşopiya çapemeniya azad de serînetewandin heye. Zêdeyi 30 salin li dijî êrîşên bombeyî, kuştin, girtinê li ber xwe dide. Her rojnamegerekî çapemeniya azad, di heman demê de şopdarên heqîqetê û lêgerînerên heqîqetê ne. Tişta ku îktîdar jî herî zêde jê ditirse heqîqet e. Lê çapemeniya azad dê her dem heqîqetê ronî bike û heqîqetê ji hemû beşên civakê re ragihîne. Em bang li her kesî dikin ku li dijî van polîtîka û ferasetan li çapemeniya azad û çapemeniya kurd xwedî derkevin û piştevaniyê xurt bikin.

Divê berpirsê îşkenceyê bên darizandin

Dîcle Muftuoglu, da zanîn ku piştî 3 rojnameger hatin girtin, li girtîgeha Bakirkoyê rastî lêgerîna tazî hatine û wiha bi dawî kir: “Ev nêzîkatî îşkence ye. Divê berpirsiyarê vê îşkenceyê bên darizandin. Heta ku ev faîl bên darizandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û heqîqetê ronî bikin.”

Berê çapemeniya azad dikin hedef

Rojnameger Haqi Boltan anî ziman ku 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye û wiha got: “Li çar parçeyê Kurdistanê Rojnamegeriya Kurdî hat pîrozkirin. Êrîşa  di vê rojê de li dijî rojnamegên kurdî pêk hat, girêdayî netehamulkirina desthilatdar a xwedîderketina vê rojê ye. 9 rojnamegerên di vê rojê de hatin girtin hemû rojnamegerên çapemeniya azad bûn. Ev nîyeta desthilatdariyê nîşanî me dide. Em dibînin ku siyasetek êrîşê ya li dijî kurdan heye. Em dibînin ku di demên hilbijartinê û demên êrîşên li ser gelê kurd zêde dibin, beriya wê çapemeniya azad dikin hedefa xwe. Li Rojava, Başûr û herêmên parastina medya dema êrîş pêk tên, beriya wê çapemeniya azad dikin hedefa xwe. Ev bi hev ve girêdayî ye. Di van pêvajoyan de her carê 10-15 rojnameger hatine binçavkirin û girtin. Heta ku ev pêvajo derbas nebe jî ev rojnameger nayên berdan.”

Gel karta sor nîşanî îktîdarê da

Hakki Boltan, bal kişand ser armanca binçavkirina 9 rojnamegerên kurd û wiha  lê zêde kir: “Me hilbijarartinek li pey xwe hişt. Di vê hilbijartinê de gel helwesta xwe ya li dijî îktîdarê nîşan da. Gel karta sor nîşanî îktîdarê da û di îktîdarê de şikestinek çêbû. Ji ber vê yekê di nava wan de nakokî jî zêde bûn. Ji bo ser van nakokiyên xwe û şikestina xwe veşêrin, pêwistiya wan bi ser kurdan heye û ji ber vê yekê dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin.”

Êrîşa li dijî rojnamegeran bi gera Hewlerê ve girêdayî ye

Haki Boltan, da zanîn ku bi binçavkirin û girtina rojnamegeran dixwazin dengê gel qut bikin û wiha berdewamkir: “Naxwazin gel ji van kiryarên îktîdarê agahdar bibe. Naxwazin gel rastî û polîtîkayên îktîdarê fêr bibe. Mînak Serokkomar Erdogan û endamê MÎT’e li Bexda û Hewlerê hevdîtin kirin. Gelek peyman îmze kirin. Bi malbata Barzanî re hevdîtin kirin. Armanca wan hevdîtinan diyar e. Naxwazin rastiya vê hevdîtinê bê dîtin. Êrîşa  ser rojnamegerên kurd teqez bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye.”

 Sekna kurdan êrîşan pûç dike

Haki Boltan, da zanîn ku bi desthilat bi van operasyonan dixwazin rê li pêş rojnamegeran bigirin û wiha pêde çû: “Li aliyekî dixwazin propaganda xwe ya ji bo gelê xwe bikin. Bibêjin vay em karê xwe dikin. Hesta nijadperestî sor bikin. Dengê rojnamegeran qut bikin. Li aliyê din bertekên li dijî hikûmetê jî zêde dibin. Di encamê de ev êrîşên wan teqez bi ser nakevin. Sekn û zanîna kurdan van êrîşan pûç dike. Gel di hilbijartinê bi zanîn û sekna xwe îktîdar têk bir. Helwesta xwe nîşan da. Gel tevî înkar, siyaseta qirkirinê û hemû polîtîkayên tunekirinê helwest û sekna xwe di hilbijartinê de nîşan da. Li Kurdistanê dengê xwe da xwe û li Tirkiyeyê dengê xwe da muxalefetê û îktîdar şikand.”

Artêşa rojnamegeran heye

Di pêvajo wisa de rojnamegerên dildar derdikevin û bi hezaran rojnameger derdikevin holê. Li dervê welat artêşek rojnamegeran heye. Desthilat êdî nikare li ser wan rojnamegeran hikum bike. Di pêvajoyê wisa de hemû rojnamegerên ku xwe dane alî bi lez û bez tev li xebatan dibe û piştgiriyê dide çapemeniya azad.

Boltan bal kişand ser piştevaniya civakê û wiha bi dawî kir: “Rojnamegerî tenê bi piştgiriya gel têr nabe. Bêguman piştgiriya gel muhîm e. Ya girîng divê hevkariya çapemeniya kurd û navneteweyî de xurt be. Divê hemû hempîşeyên rojnameger li her derê û her qadê piştevaniya hev xurt bikin û li hev xwedî derkevin.”