4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muslim: Rêber Ocalan bûye rêberê cîhanî

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bû têr nake û got: "Gelên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, pêkanîna projeya demokratîk û berxwedaneke mezin, divê têkoşînê mezintir bikin.”

Dostên kurdan, rêxistinên civakî û fîlozofên xelata Nopelê girtine, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngav li 74 navendên seranserî cîhanê dest pê kir û piştre li gelek bajarên din, Kurdistan û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi pêşengtiya Însiyatîfa Gel xebatên vê pêngavê didomin. Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim pirsên nûçegîhanên ANHA’yê Henar Îbrahîm û Sîbelcan Selman bersivandin. Pirs û bersîv wiha ne:

Hûn pêngava cîhanê ya ku bi rêveberiya kesayetên cîhanî hatiye destpêkirin çawa dinirxînin?

Pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya kesayetên siyasî, cîhanî, civakî û fîlozofên ji 74 navendan dest pê kiriye, gihîşt asteke cîhanî. Ev jî nîşan dide ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ew bi fikrê xwe bûye rêberekî neteweyî. Fikrên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên herêmê û yên cîhanê xizmetê dike. Kesayeteke wek Rêber Abdullah Ocalan divê navê wî li rûpelên dîrokê yên li ser asta cîhanî û navneteweyî bê nivîsandin. Dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan a 25 salan û qedexekirina hevdîtina parêzer û malbata wî tecrîda herî giran e. Pêkanîna pêngaveke cîhanî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê fîlozof û kesayetên bandorker ve, gaveke pir girîng bû, ji ber ku kesayeta Rêbertî nabe ragirtî be, divê ew azad be da ku gelê wî û seranserî cîhanê jê sûd wergirin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji ber ku Kurd e, mafên gelê xwe parastin û banga çareseriya doza Kurd dike, hate girtin, tecrîda li ser tê meşandin.

Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi nîşan dide?

Pêngav ne tenê ji bo gelê Kurd hate destpêkirin, lê belê ji bo mirovahiyê hate destpêkirin, ji ber ku aştiya Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye, eger ew pirsgirêk çareser nebe dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî bê çareserî bimînin ku Rojhilata Navîn jî ruhê sereke yê cîhanê ye. Pêngav heta niha gihîştiye asteke baş û hîn jî bi rêya konferans, civînan û xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan didome.

Gelo dê pêngav bandorê li raya giştî ya cîhanê û Ewropayê û rêxistinên hiqûqî bike?

Pêngav bi beşdariya gelên ji seranserî cîhanê dê bandoreke mezin li raya giştî ya cîhanê bike û dê di warê siyasî de jî encaman bigire.

Di dirûşma pêngavê de girêdaneke xurt a di navbera azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de xuya dibe, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Astengiyên çareserkirina pirsgirêka Kurd ji mêj de hene, lê belê di 2 sedsalên dawîn de tevî ku gelek serkeftin hatin pêkanîn û berxwedaneke mezin heta roja îro hat meşandin, lê dîsa jî nasname û doza Kurdî hatin çewisandin. Ev pêngav bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd dest pê kir û ev têkoşîn û berxwedan di nîv sedsala dawîn de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin. Rêber Abdullah Ocalan ji tecrûbeyên bav û kalan; Ubeydellah El Nehrî, Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed û Mela Mustefa Barzanî sûd wergirtin û neket şaştiyên berê. Pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ne û hebûna Rêbertî di nav gelê Kurd de pêwîst û girîng e.

Hûn beşdariya gelê Kurdistanî di pêngava cîhanê de çawa dibînin?

Pêngav li seranserî cîhanê belav bû û tê de piraniya dewletan beşdar bûn, lê belê di aliyê çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ew negihîştiye asta ku tê xwestin. Pêwîst e gelê Kurd ê hemû parçeyên Kurdistanê li Rêberê xwe xwedî derkevin û zêdetir beşdarî pêngavê bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. Gelên Kurdistanê dikarin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û pêkanîna projeya demokratîk û meşandina berxwedaneke mezin, zêdetir pêşkêş bikin.

Tiştê ku ji gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê xwestin çi ye?

Banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkê hemû gelên Kurdistanî ye. Lê belê erkê herî mezin ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji ber ku îdeolojî û fikrê neteweya demokratîk di aliyê rêxistinî, fikrî û siyasî de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket pratîkê û hat rûniştandin.

Ji bo gireva birçîbûnê ya li zîndanên dewleta Tirk a dagirker piştgirî çawa bê dayîn?

Girtiyên ku ketine gireva birçîbûnê, çi yên berê çi jî yên niha, roleke dîrokî lîstin û tiştê ku niha li zîndanan dibe berxwedana zîndanan a sala 1982’yan tîne bîra me. Pêwîst e her kes destekê bide wan fedakaran, ji ber ku zarokên gelê me ne, her wiha pêwîst e gelê Rojavayê Kurdistanê jî destekê bide vê têkoşînê.

Gelo ji bo yekkirina nêrînên partiyên Kurd di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hewl dan hene?

Em PYD’ê beşek ji pêngavê ne û em ê ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xebatên xwe bidomînin, çi yên li hundir çi jî yên li derve, her wiha em bi rêya têkiliyên xwe yên dîplomasî hewl didin bi aliyên berpirs, hiqûqî, siyasî û civakî re hevdîtinan pêk bînin.