27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muxatab Abdullah Ocalan e

Rêxistina DEM Partiyê li Stenbolê mîtînga Demokrasî û Azadiyê li dar xist. Bi deh hezaran kes li Qada Esenyurtê kom bûn û dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, anî ziman ku muxatabê çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Esenyûrtê mîtînga Demokrasî û Aştiyê pêk anî. Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. DEM partî ji bo Meşa Mezin a Azadiyê silav bike “Mîtînga Azadiyê” pêk anî. Beriya mîtîngê bi saetan bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ketin qada mîtîngê. Li aliyê din bi hezaran kesên ku ji 39 navçeyên Stenbolê bi konvoyan derketin rê, di saetên serê sibê de bi wesayîtan ber bi qada mîtîngê ve ketin rê. Karwan bi tilîlî û stranan gihiştin Qada Esenyurtê û bi coşeke mezin ketin qadê. Bi hezaran kesên ku ji du nuqteyên cuda yên polîsan derbasî qadê bûn, dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindana” berz kirin. Li qada mîtîngê alên mezin ên  DEM partiyê daliqandin. Girseya gel di nava coşeke mezin de li ber stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê govend gerand. Jinên ku bi cil û bergên neteweyî û şalên binefşî daketin qadan, coşa xwe bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşma “Jin jiyan azadî” nîşan dan. Dayikên Nobeda Edaletê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanê” û “Jin jiyan azadî” û tilîliyan ji aliyê girseyê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir). Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) û gelek nûnerên sazî û dezgehên rêxisitnên sivîl û siyasî tevli Meşa Azadiyê bûn.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Meşavanên Azadiyê ku piştre ketin qadê ji aliyê dayikên Nobeda Edaletê ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Dayikan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana” coş û kelecana xwe nîşanî meşvanan dan. Piştre dayik û meşvanên ku derketin ser dikê ji aliyê girseya gel ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin.

Piştre jî endama Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Mlbatên  Girtî û Hukumxaran re  (TUHAD-FED) Emîne Kaya û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê axaftinekê bikin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di mîtînga ku  bi pêşandana sînevîzyonê berdewam bike de biaxivin. Piştre hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Arhat wê derkeve ser dikê.

Bayindir: Çareserî û muxatab Ocalan e

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û wiha got: “Me ji Kurdistanê bi hembêzan silav ji were anî. 30 sal berê bi hezaran mirov ji ber gundê wan hatin şewitandin, neçar man ku koçî metrepolan bikin. Digotin em ê kurdan û rêxistinên wan belav bikin. Ka îro li qadan binerin. Li vê rêxistinê binerin. Li qada azadiyê binerin. Em ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan derketin meşa azadiyê. Em li Kurdistanê navçe bi navçe, bajar bi bajar geriyan. Em bi gelê xwe yê bernxwedêr re hatin cem hev. Êro gelê Stenbolê deng dide Rêwiyên Meşa Azadiyê. Kurdistanî û gelê Tirkiyeyê dibêjin ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî. Kurd û hemû gelên cîhanê ji bo Azadiya Birêz Ocalan li ser piyan in. Îro roja bidestxistina azadî û serkeftinê ye. Roj roja me ye. Dewr û dewran ya me ye. Girtî 3 meh in ketine gireva birçibûnê. Ji bo azadiya me ketine girevê. Ew li zindanan em jî li kolanan li ber xwe ddin. Em ji vir slavên xwe ji wan re dişinin. 100 sal in me serî netewand, ji niha û şûnde jî em serî natewînin.”

Em ê deriyê Îmraliyê bişkînin 

Keskîn Bayindir, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatab Birêz Abdullah Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Niha muxatab li Îmraliyê ye. Em ê deriyê zindana Îmraliyê bişkînin û çarseriyê pêş bixin. Em tecrîdê qebûl nakin. Em şer û dijminantiyê naxwazin. Muxatabê gelê kurd diyar e. Ew jî birêz Ocalan e. Em ji vir silavên xwe ji Îmralmiyê re dişinin. Em ê têkoşîna Kurdistanê biser bixin.”

Piştî axaftina Bayindir, girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kir.