20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzeta Çepên Kesk a cotkar dibêje;  Em ê sedsala duyemîn ava bikin

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Ayşan Tarlan ku cotkariyê dike û nîşaneya rengîniya namzetên vê partiyê ye wiha got: “Em ê sedsala duyemîn ava bikin.”

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Ayşan Tarlan li gundê Şahabettîn ê Xinûsa Erziromê tê dinê. Ew jî wek her kurdekî di temenê biçûk de zextên dewletê nas dike û dibîne.

Hê temenê Tarlan saleke bavê wê Medenî Tarlan tê girtin û 36 sal ceza lê tê birîn. Ayşan Tarlan jî wek gelek zarokên kurd li ber deriyên girtîgehan mezin dibe û têkoşîna azadiya kurd nas dike. Gelek caran ew ji ber sedemên aborî nikare biçe hevdîtina bavê xwe. Ew bi piştevaniya kalik û pîrika xwe dixwîne û di sala 2015’an de kalikê wê diçe ser dilovaniya xwe û xeyalên xwe xwendina akademîk nabe serî û nîvco dihêle û li gund bicih dibe.

Tarlan beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Kastamonûyê qedandiye û piştî ew li gundê bicih dibe jî sewalkariyê û cotkariyê dike.

Namzeta Erziromê Ayşan Tarlan ji nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Kûtlû re der barê hilbijartinan de axifî.

Tarlan diyar kir ku dema ew bi karê cotkariyê re nû mijûl bûye bi gelek zehmetiyan re rûbirû maye û kişandiye û piştî ew hîn kar û bar bûye û ajotina traktorê hîn bûye niha ew êdî ji ber rêbazan hîn bûye ji bo debarê vî karî dike.

‘Min nîşan da ku jin dikare bike’

Tarlan anî ziman ku wê ji ber xeta azadîxwaziya jinan, ekolojîk û demokratîk xeta wê ye li Partiya Çepên Kesk bûye namzet û wiha got: “Li welatê me û li herêma me divê siyaseta paqij hebe. Divê jin hin bêtir xwe nîşan bidin. Hêza jinan a çareseriyê heye. Hêza jinan a ku siyasetê biguherînin heye. Lewma ez di nav vê xebatê de cih digirim. Li herêma Serhedê jin di plana duyemîn de cih digirin. Azadiya wan aboriyê û çandê nîne. Ji bo jin di warê aborî, çand û siyasetê de azad bibin min jî dest bi cotkariyê û karê siyasetê kir.”

Tevî hemû zehmetiyan jî dest jê berneda

Tarlan anî ziman ku li gel hemû zehmetiyan jî dev ji karê xwe bernedaye û wiha got: “Li gorî tiştên ku min dîtine û hatine serê min ez vê dibêjim; Jin dikare her tiştî bike. Ew çi bixwaze dikare bike. Gav bi gav min hemû tirsên xwe têk bir, heke cesareta min hebû û min pêk aniye, nexwê wê demê hemû jin dikarin bikin. Azadiya aborî ji bo jinan di civakeke wiha baviksalarî de hebûna xwe esas digire. Ji bo azadiya aborî ya jinan em dikarin projeyên cuda pêş bixin.”

Kevneşopiya 40 salî berfireh dibe

Tarlan destnîşan kir ku di serdema desthilatdariya AKP’ê ya 21 salan de gelek krîz çêbûn û didomin û got: “Niha pêwîstiya gel bi pîvazan heye. Em di demeke ku hiqûq û aborî têk çûye e derbas dibin. Li vî welatî darbe, vesayeta leşkerî û kuştinên kiryar nediyar dîtin, lê vî welatî tu demê zext û kambaxiyek wiha nedît. Ji aliyê aborî, hiqûqî û civakî ve di bin hilweşînekê de maye. Heke îro kîloya pîvazan bibe 30 TL, em dikarin bibêjin ku tiştekî ku em behsa wê bikin tune ye. Em nikarin li hev bikin, em nikarin biaxivin, em nikarin ramanên xwe bînin ziman. Divê rêyek nû hebe. Em behsa sedsala duyemîn dikin û divê em vê sedsalê ava bikin. Partiya Çepên Kesk nûnertiya dawî ya kevneşopiyeke 40 salî dike. Ez bawer dikim ku em ê sedsala nû ava bikin. Em ê di sedsala duyemîn de ji bo hebûna aştî û demokrasiyê têbikoşin û em ê bi ser bikevin. Wê ev sedsala pêşiya me bibe sedsala ciwanan û jinan û em ê xwe bi xwe rêya xwe diyar bikin.”

Tarlan diyar dike ku ew ji bo xebatên hilbijartinê gund bi gund digere û her ku fersendê dibîne jî karûbarên xwe yên cotkarî û sewalkariyê jî dike.