18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nasnameya kujerê li DYA’yê 22 kes kuştin, aşkere bû

Li eyaleta Maîne ya DYA’yê êrîşa çekdarî hate kirin. Di encama êrîşê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da, nasnameya kesê ku ev komkujî kiriye aşkera bû  

Li navçeya Lewiston a Eyaleta Maîne ya DYA’yê êrişa çekdarî hate kirin. Di encama êrîşê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku êrişkarê biçek ê bi navê Robert R. Card ê 40 salî, di tevahiya şevê de li kolanan geriyaye û herî kêm 22 kes kuştiye. Çapemeniya herêmî da zanîn ku derdora 60 kesan jî birîndar bûne.

Polîsan, ragihandin ku êrişkar hêj nehatiye girtin û ev hişyarî da: “Fermana derneketina ji malan a li Lewistonê hêj didome.”

Waliyê Eyaleta Maîneyê Janet Mills jî ev tişt anî ziman: “Haya min ji êrîşkarê biçek ê çalak ê li Lewistonê heye. Di vê mijarê de hatim agahdarkirin. Banga min ji bo her kesê li herêmê ew e ku li gorî fermanên hêzên eyalet û ewlekariyê tevbigerin.”

Rayedarên herêmî wêne û navê êrîşkar aşkere kiriye. Derklete holê ku kesê ev komkujî kiriye navê wî Robert Card e, berê mamosteyê çekan ê li Rezerva Artêşa Dewletên Yekbûyî bûye. Di havîna sala 2023’an de ji ber nexweşiya derûnî 2 hefteyan li nexweşxaneyeke derûniyê hatiye ragirtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku par jî 29 cînayet li vê eyaletê hatibûn kirin û vê bûyerê rê li ber aloziyeke mezin vekiriye.