3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NATO li ser pêşxistina mîlîtarîzmê hatiye avakirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg, seroka Swêdê Magdalena Andersson û serokkomarê tirk Erdogan beriya civîna NATO’yê 28’ê hezîranê li paytextê Spanya Madrîdê li hev civiyan. Rojeva sereke ya civînê ji aliyê dewleta tirk ve vetokirina endamya Fînlandiya û Swêd ya ji bo NATO’yê bû.

Piştî civînê hat ragihandin ku dewleta tirk peymana rê li ber endamtiya van welatan a ji bo NATO’yê vedike îmze kiriye. Bi îmzekirina vê peymana beyom re gelek aliyan li ser demokrasiya welatên Skandinavya û stratejiya berfirehbûna NATO’yê dest bi nîqaşan kirin.

NATO yan jî Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur hevpeymaneke leşkerî ye. NATO sala 1949’an bi pêşengiya Amerîka, Îngîltere, Kanada û Fransayê bi giştî aliyê 12 welatan ve bi armanca pêşîgirtina li berfirehbûna Yekîtiya Sovyetê ya ber bi Ewropayê ve hat avakirin.

Di sala 1955’an de, Yekîtiya Sovyetê welatên komunîst ên Rojhilatê Ewropayê kom kirin û li dijî bloka NATO’yê, Peymana Varşovayê ava kir. Di sala 1991’an de piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê hin endamên berê yên Pakta Varşovayê bûn endamên NATO’yê. Di halê heyî de dewleta tirk jî di nav de 30 endamên NATO’yê hene.

Bi dawîbûna şerê sar re bloka NATO’yê jî êdî bi demê re lewaz bû. Lewma di mîsyona wê de jî hin guhertin hatin çêkirin û li şûna rêxistinek parastinê, wek rêxistineke ewlekariyê xebatên xwe dewam kirin. Bi vê guhertinê re di pênaseya xebata wê de hin guhertin pêk hatin û têkoşîna li dijî koçberiyê, terorîzmê, korsaniya deryayê û avhewayê jî li pênaseya xebatên NATO’yê hatin zêdekirin.

Bi van guhertinan re di zemînên cûda de NATO û Rûsya di bin navê ewlekariyê de xebatên cûda dan meşandin. Lêbelê, sê krîzên cûda seyra vê tifaq û hevkariya li Ewropayê guherand.

Krîza yekem; êrîşa li dijî Kosovayê bû. Di 28’ê Sibata 1998 de hêzên NATO’yê ji hewayê êrîşî Kosovayê kirin. Ev êrîş ji aliyê Rûsya ve wek êrîşeke li dijî serweriya axa welatekî hate nirxandin û nerazîbûn nîşanî vê êrîşê da.

Krîza duyem; Mudaheleya li dijî Libyayê bû. Di sala 2011’an de Sekreterê giştî yê NATO’yê wê demê Anders Fong Rasmussen diyar kir ku “NATO û hevkarên wê talîmata Neteweyên Yekbûyî ya parastina gelê Libyayê bi awayekî serkeftî bi cih anîne.” Lêbelê, bi mudaheleya NATO û Neteweyên Yekbûyî re desthiladariya Kadafî hilweşiya û çalakiyên di bin navê “Bihara Eraban” de li gelek welatên balav bûn. Bi vê mudaheleyê re hevsengiyên xirabûn bandorek neyînî li ser pêşveçûna siyasî ya li herêmê kir. Rûsya jî di nav de gelek welatan her çendî vekirî nebe jî li dijî vê mudaheleyê bûn.

Krîza sêyem jî piştî biryarên civîna NATO’yê ya di 29’ê Mijdara 2008’an de derket holê. Di wê civînê de li ser endamtiya Ukrayna û Gurcistanê biryar hatin girtin. Rûsya endamtiya van herdu welatan a ji bo NATO’yê li ser ewlekariya wek tehdîdek nirxand û li dijî vê biryarê derket. Serokdewletê Rûsya Vlademîr Pûtîn nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got: “Di sala 1990’î de NATO soz dabu ku wê gevekê jî nêzî Rûsyayê nebin. Lê em xapandin.”

Piştî civîna 2008’an di navbera Rûsya û NATO’yê de gelek hevdîtin çêbûn lê herdu aliyan jî di ya xwe de israr kir. Li ser vê lihevnekirinê di 16’ê Adara 2014’an de Rûsyayê bi referandûmekê ve Kirim bi ser axa xwe vekir. Piştî referandûmê NATO’yê dawî li hevkariya xwe ya bi Rûsya re anî. Têkildarî mijarê di navbera aliyan de gelek hevdîtin çêbûn lê, herdu aliyan jî di ya xwe de israr kir. Li ser vê Rûsyayê di 24’ê 2022’an de li dijî Ukrayna dest bi êrîşên leşkerî kir. Her çendî bloka NATO’yê bi awayekî fizîkî neketibe şer jî alîkariya leşkerî da artêşa ukraynî.

Bi geşbûna şerê li Uraynayê re di welatên rojavayî û NATO’yê de gumanên weke Rûsya hêzeke revîzyonist e û dikare bi hêza leşkerî sînorê Ewropayê biguherîne, bi pêş ketin. Li ser vê têgehê welatên endamên NATO’yê ne, li ser jinûve zîndîkirin û pêşxistina peymana NATO’yê li hev kirin.

Şerê germ ê li herêmê diqewime di welatên Skandinavya Fînlandiya û Swêdê de jî gumanên parastinê afirandin. Ev welatên ku xwe weke abîdeyên demokrasiya pênase dikin di bin navê “parastinê” de dixwazin entegreyî polîtîkaya NATO’yê ya mîlîtarîzmê bibin.

Daxwaza van welatan a endamtiya NATO’yê di gava ewil de ji aliyê dewleta tirk ve hate vetokirin. Sedema vetokirinê jî ew e ku dixwaze endamtiya van welatan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk ji rêvebiriyên Fînlandiya û Swedê xwest li welatên xwe Sazî û kesayetên Kurd kîrîmînalîze bikin. Yanî di cewherê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di vê mijarê de jî dîsa dijmintiya xwe ya li dijî gelê kurd derxist pêş.

NATO di 29-30’ê hezîranê de li paytexta Spanya Madrîdê bi rojeva şerê li Ukraynayê, endamtiya Swêd û Fînlandiya û konsepta nû ya li hemberî Rûsya û Çînê li hev kom bû. Beriya civînê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg, Seroka Swêdê Magdalena Andersson û Serokkomarê Tirk Erdogan li hev civiyan. Rojeva sereke ya vê civînê ji aliyê dewleta tirk vetokirina endamya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATO’yê bû. Piştî civînê hat ragihandin ku dewleta tirk endamtiya van welatan erê kiriye.

Mutabakata di navbera aliyan de hatiye erêkirin li Swêd û Fînlandiya ji aliyên gelek derdorên cûda ve tê rexnekirin.

Ger di rastiyê de li welatan wek tê gotin demokrasî û parastina mafên mirovan heye, divê li dijî van pêkanînên dermirovî jî xwedî helwest bin. Diyar e ku NATO û dewleta tirk di nava sînorê Ewropayê de bi destê Fînlandiya û Swêdê hewl didin zêxtê li kurdan bikin wan kîrîmînalîze bikin. Li dijî van hewldanên ku gelê urd û saziyên wan ji mafê herî bingehîn bêpar dihêle bêdengiyek heye.

Divê bê zanîn ku NATO bi belavbûna şer xwe li ser piyan dihêle. Ji bo vê armanca xwe ya qirêj îro Şerê li Ukrayna bi kar tîne. Divê alîgirên demokrasiyê û azadiyê li dijî vê siyaseta şerxwaz a NATO’yê xwedî îrade bin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.