19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herî zêde DHP ji bo navê nû yê Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin

Hat diyarkirin ku di civînên gel, komxebat û konferansan de ji bo navê nû yê li Partiya Çepên Kesk were kirin, herî zêde pêşniyara navê Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) hatiye kirin.

Tê payîn ku Partiya Çepên Kesk li derdora nîvê meha cotmehê kongreya xwe mezin li dar bixe û amadekariyên kongreyê berdewam dikin. Li gorî nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Selman Guzelyuz, amadekariyên kongreya nû bi civînên gel û komxebatan dest pê kir. Têkildarî kongreyê ewilî Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk konferansa xwe ya du rojan li dar xist. Duh jî konferansa mezin a têkel a Partiya Çepên Kesk dest pê kir û îro jî berdewam dike. Piştî Konferansa Mezin dê rêziknameya nû ya partiyê û bernameya wê zelal bibe. Guhertina navê Partiya Çepên Kesk jî di rojeva konferansê de ye. Tê payîn piştî konferansê dê navê nû yê partiyê jî zelal bibe.

Navêçn ku derketin pêş ev in: DHP, HEDEP, HEP

Konfernas ji çapemeniyê re girtî didome û gelek sernav tên nîqaşkirin. Her wiha di nîqaşên konferansê de navê nû yê partiyê jî hatine pêşniyarkirin. Hat zanîn ku di civînê de nêzî 20 navan hatiye pêşniyarkirin. Di nav pêşniyar de peyv ango derbirîna “demokrasiyê” herî zêde cih girtiye. Hat diyarkirin ku di nava nîqaşên navan de herî zêde navê “Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) hatiye kirin. Her wiha li ser navên wek “Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Wekheviyê yaGelan (HEP), Partiya Civaka Azad (OTP), Partiya Jiyana Azad (OYP), Partiya Jiyana Nû (YYP)” û gelek navên din nîqaş û pêşniyar hatine kirin.

Xeta polîtîk dê bê diyakirin

Di konferansê de li gel guhertina navê partiyê, dê pêşnûmeya gelek biryarên hatine girtin wê pêşkêşî kongreyê bê kirin jî were amadekirin. Her wiha di konferansan de di çarçoveya pêşniyarên hatine kirin de wê xeta polîtîkaya heyama nû jî were diyarkirin.