8 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya personelên bankamatîk

Gelek kasan di dema qeyûm de wekî karker navê xwe qeyd kirin, lê qet neçûn kar. Şaredariya DEM Partiyê kesên ku navê wan heye û keda wan tune ji kar derxistin. Niha ev kes di kontrol û çavdêriya dewlet û polîsan de aloziyan derdixin.

Piştî hilbijartinên 31’ê adarê gel hemû şaredariyên xwe yên ku hatibûn xespkirin ji destê qeyûman derxistin. Niha desthilatdarî dîsa li behaneyan digere ku qeyûman bavêje ser şaredariyan

Berê jî gelek caran agahiyên dizî û talana qeyûman di medyayê de hatin parvekirin. Lê piştî ku gel şaredarî ji destê qeyûman derxistin, hê nû mezinahiya wêranî û talanê derkete holê.  Qeyûman şaredariyên talankirî û bi tirilyonan deyndar li pey xwe hiştin.

Naveroka şaredariyên ku berê xizmeta gel dikirin vala kirine û bi hezaran xizmên xwe û alîgirên xwe wekî personel di şaredariyan de bicih kirine.

Piraniya wan jî bêyî ku biçin şaredariyan li malên xwe paldayî her meh maaşên xwe ji şaredariyan digirtin. Vê desthilatê bi xwe re li van şaredariyan modeleke nû afirand ew jî ev şêweyê xebata li malê paldayî û maaş standin anku modela personelên bankamatîk bi xwe re anî.

Piştî ku gel şaredariyên xwe girtin rêveberiya DEM partiyê hin ji wan personelên Bankamatîk ji kar derxistin. Her wiha hinek personelên ku bi bertîlan di 6 mehên dawî de girtibûn kar jî ji şaredaraiyan derxistin.

Wekî personelên bankamatîk tên nasin

Bêguman ji roja ewil de dîsa çavê desthilatê lê ye ku şaredariyên gel dîsa xesb bike û li behaneyan digere. Desthilat bi parastina polîsan van personelên ku şaredariyên DEM partiyê ew ji kar girtine bikar tîne û wan wekî karker û xebatkarên bêguneh û mexdûr nîşan dide.

Navê wan heye, lê keda wan tune ye

Desthilatî bi riya saziyên xwe yên wekî sendîkaya HAK ÎŞ ê û di parastina polîsan li ber şaredariyên DEM partiyê çadiran ji wan re vedigire. Çend kes ji wan personelên bankamatîk jî li kêleka xwe dane rûniştandin û qaşo doza mafê karkerên mexdûr dikin.

Bêguman kes ji wan rojekê ji rojan behsa bi hezaran karkerên bi rastî kedkar bûn û qeyûmê ew ji kar avêtin nake. Hîna jî bi sedan ji wan xebatkarên şaredariyan ên ku ji sala 2016’an de qeyûm ew ji kar avêtin venegeriyane karê xwe.

Lê niha xwedê giravî karkerên mexdûr hene û sendîkaya HAK Îş’ê doza mafê wan karkeran dike. Heke rojekê vê sendîkayê doza mafê yek ji hezarên karkerên ku qeyûman ew ji kar derxistin, kiribûya me yê gotiba mafdar e ku doza mafê van xebatkarên bankamatîkê jî dike. Lê her kes dibîne û dizane ku mesela ne parastina mafan e lê lêgerîna li behaneyane da ku dîsa şaredariyên gel xesp bike û qeyûman li wan bicih bike.

Bêguman gelê me jî di wê ferqê de ye û dizane ku çi dibe lewre ew jî şaredarên xwe bi tenê nahêle û di cihê wiha de bi sedan û heke hewce bike bi hezaran wê bên ber şaredariyên xwe û rê nedin van lîstik, fen û behaneyên rewakirina qeyûman.