17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne bû sitûn ne jî pîjik!

Rojekê kesek li zozanan di geliyekî de derbas dibe dareke xweşik û ripîrast dibîne. Li derdora wê darê diçe û tê, lê dinihêre, bi dest û çavan dipîve û qani dibe ku wê sitûneke pir delal jê derbikeve. Bi çend darbeyên biviran wê dara delal ji koka wê qut dike. Li pey xwe dixirxirîne û tîne malê.

Bêhna xwe berdide, tasek dewê cemidî vedixwe, radihêje dasa xwe ya bi qaçayê kon ve daleqandî û tê li ber dara jêkirî disekine. Şêla xwe li ber darê xweş dike û pêşî çiqilên darê yên zêde qut dike. Piştre dest bi qeşartin û xeritandinê dike. Hinek ji vî serî hinek ji wî serî jê dike, piştre xweydana eniya xwe paqij dike û radihêje sitûnê dikişîne binê kon. Dema sitûn rast dike dinihêre ku kin hat.

Li kon dinihêre li stûnê dinihêre, li kar û barê xwe dinihêre û weke ku qet kêmasiyeke wî tune be dibêje, “Te dît, ji sitûnê re kin hat, lê tiştek nabe ez ê kûrikekî delal jê derxînim. Kûrik sitûna dawiya kon e û biçûk e. Careke din radihêje dasa xwe û biçek ji vir biçek ji wir qut dike, li vî alî û li wî alî dibe û tîne. Bi dasa dawî re şeklê wê temam dike û radihêje kûrik û dibe binê kon. Dinihêre ev car, ji kûrikê re jî kin hat.

Bi heman bêhnferihiyê ev car jî dibêje de tiştek nabe ma ne pêdiviya me bi befşekî (texteyekî metroyek dirêj e û ji bo tevnê tê bikaranîn) jî heye. Ez ê hinekî din teşe bidimê û befşekî xweşik jê derxînim. Careke din radihêje dasa xwe û bi vê darê dikeve, hinek ji vî serî hinek ji wî serî jê qut dike, paşî dinihêre nebû befş jî.

Radihêje dasa xwe û dibêje; ma ne bû befş nebû, ez ê jî bikim tîrikê nanê sêlê. Dîsa ji tamê derdixîne û nabe tîrik jî. Ji ber li xwe danayine îcar radibe dibêje bi xwedê wê doxteşiyeke xweşik ji vê derbikeve. Bi dasê hinek din dixeritîne zirav dike ji vî serî û ji wî serî hinek din jê dike. Paşî dinihêre bi kêrî doxteşiyê jî nayê.

Dibêje de tiştek nabe ez ê jî pîjikekî tevnê jê çêbikim.

Dawiya dawî dinihêre pîjik jî jê dernakeve radihêjê û heta xwedê qewetê didiyê davêje.

***

Îcar em di serdemeke wisa de derbas dibin ku em kesên wisa kar û barên xwe bêplan û jiber dikin bêhejmar in. Ji ber em ne bi rêkûpêk in zirarê didine her tiştî. Bêyî planekê divê em zend û bendan banedin û dest bi karekî nekin. Weke niha me dît, me ji dareke hêşîn a em ji siya wê îstifade dikin ancax karibin pîjikekî çêbikin û ew jî bi kêrî ber diranan jî neyê.