6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nediyariyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ji bo biryara têkildarî doza girtinê taloqî piştî hilbijartinê bê kirin wê ji nû ve serlêdana AYM'ê bikin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di bernameya Çalar Saatê ya Fox Tv’yê de pirsên Îlker Karagoz bersivandin. Sancar diyar kir ku ji bo biryara têkildarî doza girtinê taloqî piştî hilbijartinê bê kirin wê ji nû ve serlêdanê bikin û anî ziman ku divê doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin di pêvajoya hilbijartinê de neyê lidarxistin.

Sancar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Nayê qebûlkirin ku nediyariyeke bi vî rengî di nava hilbijêran de ava bikin. Piştî ku YSK’ê pêvajoya hilbijartinê aşkere kir em ê bi hiqûqnasên xwe re binirxînin û bêyî pêvajoyê dirêj bikin em ê serlêdana li AYM’ê xwe bikin.”

Sancar têkildarî nîqaşên “Wezareta ji HDP’ê re” wiha got: “Bendewariyeke me ya bi vî rengî nîne, em kaşkirina nava vê nîqaşê jî weke manevrayeke nederbasdar dibînin.”

Sancar, diyar kir ku hêj Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) û namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû daxwaza hevdîtinê ji HDP’ê nekiriye û wiha got: “Dema Kiliçdaroglû hat em ê li ser nexşe rêyeke şênber biaxivin û pişt re jî em ê biryara derxistin an nederxistina namzetekî/ê bi organên xwe û tifaqa xwe re binirxînin.”