15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nefesa awaza şoreşger Hozan Mizgîn

Azad Rûbar

Şoreşa Kurdistanê, kevneşopî û hêmayên civak weke asayî pê re diherikî ji binî ve guherandin. Bi gelek hêmayên civakê re nêrîna ku ji bînî ve guherî yek jî nêrîna li hunerê bû. Vê nêrîn û helwesta şoreşger bi xwe re hunermendên xwe jî afirandin.

Di persktîfa lijor de leheng û hunermenda mezin Mizgînê (Gurbet Aydin) mînaka herî lipêş e. Di rojên derbasbûyî, 11’ê gulanê de roja şehadeta Hozan Mizgînê bû. Mizgîn û hozan Sefkan nûnerên pêşîn ên hunermendên şoreşa Kurdistanê ne. Wan her duyan jî bi xwe re hilm û nefeseke nû û cuda di nav refên şoreşê de afirand.

Hozan Mizgîn li serê çiyayên Kurdistanê gerîla, li qadên din hozan, stranbêj û awaza şoreşê bû. Carinan her du jî di nav hev de dimeşandin. Carinan têkoşîna gerîla digihande  deşt û bajaran, carinan jî hest û hêviyên civakê radigihande serê çiyayê berxwedêr û netewiyayî. Di destekî wê de çeka wê, di destê din de tembûr bi têkoşîna azadiyê re li hev anî. Em dikarin bêjin xwîşk û biratiya çek û tenbûrê di şexsê wê/wan de bû sembola şoreşê.

Huner û gerîlatî çawa bi hev re dimeşe, adeta bersiva wê dida/didan. Pêşeng û nûnerên vê xeta şoreşê bi jiyana xwe ev yek îspat kirin. Hunera bi kurdî birin serê çiyan, jiyana şoreşgerî jî anîn deşt û bajar, bi hev hasilandin. Ji bo hinek kesan bi vî awayî huner nedibû lê wan tercîha xwe wisa kir û ji bo vê jî bûn pêşengên hunera şoreşger.

Mîzgîn hunermend bû, bi tembûra xwe û dengê xwe yê şîrîn awazên muzîka kurdî bi coş û kelecanê radigihandê girseyên kurd, dengê wê li her derê bû. Bi strana Egît bi salan bû tercumana hestên kurdan. Lê di heman demê de gerîla bû, fermandar bû, eyaleta Garzanê, bi têkoşîn, jiyan û disîplîna xwe bi rê ve dibir.

Hozan Mizgîn di sala 1962’yan de li gundê Bileyder ê bajarê Batmanê (Êlih) ê bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Bi dengê xwe yê xweş hat naskirin. Di temenê xwe yê ciwaniyê de tevgera azadiyê nas kir. Li hember siyaseta îmha û tunekirinê serî hilda. Di sala 1980`an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Li Ewropayê bi muzîka xwe, hunera xwe bi salan dewam kir. Rêwîtiya wê ya dûvedirêj a li Ewropayayê li çiyayên azad rawestiya. Li Garzanê peywira fermandariya eyaletê girte ser milên xwe. Bi qasî hunermediya xwe gerîlatî û fermandariya xwe jî serkeftî bû.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di 11’ê gulana 1992’yan de mala ku lêdima ji aliyê leşkerên dewletê ve hat dorpêçkirin, şehîd Mizgîn li hember wan li ber xwe da û di dawiyê de şehîd bû. Li dû xwe huner û kevnoşopiyeke şoreşgerî hişt.

Hunermenda leheng Mizgîn nûnera hunera şoreşger bû, ew rê vekir. Di wê riyê de bi dehan hunermendên şorşger gihiştin. Li ser şopa wê gelek sazî û komên deng didin awaza kurdî ava bûn. Îro çi muzîk, çi şano, qadên hunerê yên din hebin riya Hozan Mizgînê û hevalên wê vekirine ji bo wan bûye meşale û fanosa ronahiyê.

Ew bi jiyana xwe, têkoşîna xwe bûye sembola tevgera şehîdên çand û hunerê. Di salvegera şehadeta wê de em hunermenda leheng û şoreşger Mizgînê  (Gurbet Aydin) bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin.