3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Mexmurê di 19’ê adarê de tê pîrozkirin

sal Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wê Newroza bi dirûşma ‘Ji 1973’an heta 2023’an Newroza 50’an a Rêber Apo pîroz be’ di 19’ê adarê de bi şahiyeke girseyî pîroz bikin.

Komîteya Çalakiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê bernameya Cejna Newrozê ya Mexmurê aşkera kir.

Beriya ku bernameya pîrozbahiyên Newrozê were aşkerakirin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya çalakiyê Hazim Kar axivî.

Hazim Kar di destpêka axaftinên xwe de destpêkê Newroz li Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û tevahî gelê kurd pîroz kir û wiha peyivî: “Em dixwazin Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Weke gelê Mexmûrê em ê 18’ê adarê meşeke meşaleyî li dar bixin, roja 19’ê adarê jî em ê bi şahiyeke girseyî Cejna Newrozê pîroz bikin. Banga me ji bo tevahî gelê wargehê ew e ku her kes bi cil û bergê kurdî tev li pîrozbahiya Newrozê bibe.”

Hat gotin ku wê îsal bi dirûşma ‘Ji 1973’an heta 2023’an Newroza 50’an a Rêber Apo pîroz be’ Cejna Newrozê were pîrozkirin.