7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Reşoyê Dîn!

Adar sibehê zû şiyar bû, bi kelecan bû. Dayika wî cil û bergên wî lêkirin. Taştê xwar û berê xwe da mala Tozo. Tozo jî cil û bergên xwe yên hirî û xweşik li xwe kiribûn. Herdu bi hev re çûn navenda gund û benda hevalên xwe sekinîn. Piştî çend kêliyan hevalên wan ên din jî hatin, kêfxweşî li hev dan û newroza hev pîroz kirin. Adarî wateya rojê nizanîbû lê tenê zanîbû ku divê agir pêxistibana. Ji hevalên xwe re got: “Divê em îro agir bikin û xwe di ser re biavêjin. Hevalên wî jî di wê baweriyê de bûn. Loma divê tiştên bişewitînin peyda bikirina. Hevaleke Adar ku ji çend salan ji wan mezintir bû, got:
– Par hevalan li vir lastîk şewitandibûn. Divê em jî lastîkan bişewitînin.
Li ser vê gotinê Tozo pirsî:
– Em ê lastîkan ji ku bînin?
Hemû yekcarî li ser vê pirsê fikirîn. Piştî çend kêliyan Nazê got:
– Dibe ku em nikaribin lastîkan peyda bikin lê em dikarin pêlavên lastîk peyda bikin.
Pêlavên lastîk! Hmmm ev fikreke baş bû. Rabûn her yekî/ê berê xwe da taxeke gund û li nav gund belav bûn. Piştî demekê dîsa hatin cihê xwe yê berê, lê vê carê di destên her yekê/î de pêlavên lastîk hebûn. Ji nav gund li ser solgehên gund pêlavên lastîk ê kevin pir peyda dibûn. Lê hê du tişt kêm mabûn. Yek wê li kuderê agir bikirina, ya din jî wê agir ji ku derê anîbana. Li ser cihê vêxistina êgir çend fikrên cuda hatin. Lê li ser fikra Adar li hev kirin. Adarî gotibû:
– Em herin sûlavê agirê xwe pêbixin.
Ji ber ku sûlav li ser gund re bû û devereke bilind bû. Wê hemû kesî agirê wan bidîta, jixwe li wir wê çend gundên derdorê jî ev agirê wan biditiya. Lê wê agir ji ku bianiyan. Agir, agir, agir! Li hev dişêwirîn. Di carekê de Tozo bi dengekî bilind got:
– Ez zanim, em ê niftikê ji ku peyda bikin û domand, rabin em herin cem şirika gund.
Dema got şirika gund hema bêje hemûyan zanî behsa çi dike. Rahiştin pêlavên xwe yên lastîk û berê xwe dan şirika gund. Dema gihiştin şirikê Reşoyê Dîn li ser şirikê rûniştîbû. Hemûyan bi hev re got:
– Apê Reşo qewet be ji te re.
Reşoyê Dîn ji zarokên gund pir hez dikir û hertim bi wan re dilîst. Reşoyê Dîn bi dengê xwe yê nizm bersiva wan da û got:
– We xêr e? Hûn ê bi ku ve biçin? Ev çi pêlav in di destên we de? Yekî ji wan bersiva Apê Reşîd da û got:
– Apê Reşo ma tu nizanî îro roja êgir e. Em ê biçin sûlavê, agirê Newrozê vêxin. Qey tu jî bi me re nayê?
Reşoyê Dîn jî li tişteke wiha digeriya û bêhna wî teng bûbû. Reşoyê Dîn got:
– Ma çawa ez nayêm, ma Newroz bêyî min dibe?
Adarî bi dengekî şermok got:
– Apê Reşîd niftika me nîne, ma bi te re niftik heye?
Reşoyê Dîn jî got:
– Xwarzî ma zilam bêagir dibe? Helbet bi min re niftik heye.
Êdî her tişt temam bûbû. Reşoyê Dîn weke bikeve ser govendiyê da pêşiya zarokan û berê xwe dan sûlavê. Heta gihîştin sûlavê piçekî westiyan û hemûyan pêlavên reş avêtin ser hev û bêhna xwe vekirin. Lê Reşoyê Dîn li govendê tu carî nediwestiya. Zarok hemû rûniştin, wî haziriyên êgir dikir. Piştî bêhnvedana zarokan wan jî alîkariya Reşoyê Dîn kir. Li derdorê hinek pûşê zûwa û çend qetên darên zûwa peyda kirin. Êdî dem hatibû. Dem dema vêxistina êgir bû. Reşoyê Dîn ji berîka çakêtê xwe yê pînekirî niftika xwe derxist û agir berda pûşê ku kom kirine. Piştre darên zûwa yên komkirî yeko yeko avêtin ser pûş. Çawa êgir girte darên zûwa pêlavên xwe yên lastîk avêtin ser êgir. Piştî qederekî ji nav koma wan dûyê reş bilind bû. Agirê wan jî mezin dibû. Hêdî ji gund jî agirê wan dihat dîtin. Ewilî Reşoyê Dîn xwe di ser agir re avêt. Li pey wî zarokan yeko yeko xwe di ser agir re diavêtin û didan ber qîr û tilîliyan. Lê hê Reşoyê Dîn li govendê germ nebûbû dengê vîzevîza gulleyan hat wan. Ji gundê wî aliyê avê qereqol hebû û ne dûrî wan bû. Ji qereqolê gule berdidan wan û zarok tirsiyan. Lê Reşoyê Dîn ji govendê têr nebûbû hêj xwe li ser êgir re diavêt û dida ber qîra. Zarok reviyan ji ber dengê guleyan lê Reşoyê Dîn mabû û Newroz pîroz dikir. Zarokan berê xwe dabûn gund û qet li pişt xwe ne nerîbûn heta ku gihîştibûn gund. Bi qasî saetekê dengê çekan hatibû. Gundiyan hemûyan xwe kiribûn malên xwe lê haya kesî ji Reşoyê Dîn tune bû. Êdî roj ber bi êvarê ve diçû û dengê çekan jî nedihat. Gundî yeko yeko ji malê xwe derdiketin derve û bi ajelên xwe mijûl dibûn. Adar meraqa Reşoyê Dîn dikir û newêrîbû ji kesî re jî bêje ku Reşoyê Dîn bi xwe re birine sûlavê. Lê diviyabû biçe ser şirika gund ka Reşoyê Dîn li wir e, yan ne li wir e? Berê xwe da mala Tozo. Li ber deriyê hewşê Tozo dît û got:
– Gelo Apê Reşo hat an jî li wir ma?
Tozo jî got:
– Ez nizanim lê ez jî meraqa wî dikim. Ka em biçin cem şirikê, dibe ku li wir be.
Berê xwe dan şirika gund, lê Reşoyê Dîn li wir nedîtin. Li nav gund lê geriyan û kî dihat pêşiya wan pirsa Reşoyê Dîn dikirin. Lê Reşoyê Dîn nedîtibûn. Êdî êvar bû garana gund ji çolê vedigeriya. Bi hatina garanê re dengê qîrekê jî têgihîşt nava gund. Ev dengê gavanê gund bû. Hawar hawara gavanê gund li seranserî derdorê belav dibû.
Gundiyan berê xwe dan cihê deng jê dihat. Adar û Tozo jî bi gundiyan re berê xwe dan sûlavê ji ber ku deng ji wir ve dihat. Gihîştibûn sûlavê. Reşoyê Dîn li erdê dirêj kirîbû. Ketibû nav agirê Newrozê û cakêtê wî yê pînekirî şewîtibû, ax sor bûbû ji xwînê. Rûyê Apê Reşîd dikeniya û tenê du tiliyên wî vekirîbûn…