18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Neyarên pîr û kalan tu car nabin dostên zaran

Seyît Akyuz

PDK’e û malbata barzaniyên ku rêveberiya başûrê Kurdistanê di destê wan de ye; îro bi dewletekê ku hemû polîtîkayên xwe li ser dijberiya kurdan saz dike re hin têkiliyan bi pêş dixe.

Di sedsala 20’an de Şêx Evdilselam dibe serokê eşîra barzaniyan. Bavê Şêx Evdilselam, Şêx Mihemed bi hinceta ku serî hilda ye, bi emrê siltanê osmaniyan Evdilhemîd tê mişextkirin û dema vedigere welatê xwe zêde najî û jiyana xwe ji dest dide. Şêx Evdilselam di salên şerê cîhanê ya yekemîn de, ji dewleta osmaniyan ji bo herêma Barzan ziman, nasname û xwerêvebirin jî di nav de daxwaza hin mafên neteweyî dike. Dewleta Osmanî vê daxwazê bi şandina yekîneyên leşkerî ya bi ser herêma Berzan ve dibersivîne. Şêx Evdilselam, heta demekê li hember yekîneyên leşkerî yên osmaniyan şer dike lê di dawiyê de xwe ranagirê û radestî wan dibe. Yekîneyên leşkerî yên osmaniyan piştî dikevin herêma Barzan, birayê Şêx Mistefa jî di nav de malbata wî digirin û wan dişînin Mûsilê. Pişt re Şêx Evdilselam, diya wî û birayê wî yê hêj 3 salî Mistefa mişextî Amedê dikin û wan li vir diavêjin girtîgehê.

Di dawiyê de Şêx Evdilselam ji aliyê osmaniyan ve di 14’ê kanûna sala 1914’an li Mûsilê û pêş çavên birayê wî yî 3 salî Mistefa tê bidarvekirin.

Şêx Evdilselamê ku ji aliyê osmaniyan ve hatiye darvekirin apê Mesûd Barzanî ye, birayê wî ku darvekirin bi çavên xwe dîtibû jî bavê wî Mele Mistefa bi xwe ye.

Yanî yên ku ji malbata barzaniyan Evdilselam li ber çavên birayê wî Mistefa bidarvekiriye, malbat mişextî gelek cihan û ew avêtine girtîgehan dewleta osmaniyan e.

Baş e, dewleta osmaniyan ji bo çi evqas tişt aniye serê malbata barzaniyan? Ji her ku daxwaza ziman, nasnameya kurdî û xwerêvebirinê kiribûn ewqas tişt anîn serê wan. Gelo malbata barzaniyan û partiya wan PDK ya îroyîn bi vê rastiya dîrokî nizan in? Bêguman haya malbata barzaniyan û PDK ji vê rastiya dîrokî ya ku me xwest li jor rave bikin heye. Ango baş dizanin bê osmaniyan çi aniye serê pêşiyên wan.

Wê çaxê neviyên vê malbata ku jiyana wan bi têkoşîna doza kurd û Kurdistan derbas bûye, çima îro bi dewletekê ku berdewama neyarê pîr û kalên wan e ewqasî di nava têkiliyeke xurt de ye? Tenê bi têkiliyeke xurt jî namîne, çima ji politikayên wan ên ku zerara her mezin dide doza kurd û Kurdistanê re xizmetê dike?

Helbet ji ber statûya wan, tu kes ji malbata barzaniyan û partiya wan PDK’ê re nabêje hûn çima bi dewleteke din re têkiliyan datînin. Lewre têkilî danîn, di şert û mercên îroyîn de hewcehiyeke nebe nabe ye. Ev mijareke heta bi cihekî tê fêmkirin e. Ya ku nayê fêmkirin û dibe mijara rexneyê, têkiliya li ser bingeha dijberiya doza neteweya kurdan tê dayîn e. Aliyeke din ya nayê fêmkirin jî ew e ku ev têkilî di bin navê “dostaniyê” de tê pêşxistin e.

Belê, PDK’e û malbata barzaniyên ku rêveberiya başûrê Kurdistanê di destê wan de ye; îro bi dewletekê ku hemû polîtîkayên xwe li ser dijberiya kurdan saz dike re hin têkiliyan bi pêş dixe. Her wiha dibêje ku wan ev yek ji bo xizmeta doza kurdan kiriye. Lê belê tiştên ku heta niha hatine jiyîn daye xuyakirin ku vê têkiliyê bi tu awayî fêde nedaye doza kurdan. Berovajî kurd bi vê têkiliyê hatine asta ku destkefiyên xwe yî heyî jî winda bikin e.

Em pir dûr neçin. Hemû gelê kurd di demekê nêz de, yanî di referandûma ku dihat xwestin li Başûr bê kirin de çi qewimî baş dît. Hema bêjin di dema vê referendûmê de PDK û malbata barzaniyan hatin asta tunebûnê. Gelo ev di pêşengtiya kê de hat kirin? Em dev ji destkeftiyên kurdan berdin, ê ku PDK û malbata barzaniyan anîn asta tunebûne, ma ne ev dewleta ku îro têkiliyên xurt pê re danîne ye? Gelo ligel vê realîteyê têkiliyên di bin navê “dostaniyê”, “ Ji doza kurdan re xizmet” û hwd. Xefletekê îfade nake?

Wisa dixuye ku ev rewş ne di xema malbata Berzanî û PDK’ê de ye. Lewre derdê PDK’ê û malbata barzaniyan tenê berjewendiyên takekesî û malbatî ne. Ji ber vê yekê destkeftiyên ku gelê kurd bi berdelên mezin bi dest xistiye, bi awayekî bêperwa feda dike. Helwesta ku li hember partî û rêxistinên derve yî xwe yên kurd datîne hole, çavkaniya xwe ji vê feraseta têrnexwarî digire. Bêguman ev feraset dê piştî demekê dawiya PDK’ê û malbata barzaniyan jî bi xwe re bîne. Lê heta wê demê dê zerara herî mezin gelê kurd ê mezlûm bibîne. Ji ber vê yekê dive demildest, malbata Berzaniyan û PDK’e dev ji vê siyaseta ku bi her kesan dide windakirin berde.

Hela di demekê ku Rojhilata Navîn dikele de terkkirina vê siyasetê rewşeke zarûrî ye. Naxwe dê vebalê êşên ku gelê kurd bijî di stûyê PDK’ê û malbata barzaniyan de be.

Herî dawî wekî pîr û kalên me gotin, divê PDK’e û malbata barzaniyan jibîr nekin ku “neyarên pîr û kalan nabin dostê zaran”.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê