19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nêzî 100 malbat ji wargeha penaberan vedigerin Şengalê

Xelkê Şengalê pêl bi pêl li warê xwe vedigere. Piştî xizmetguzariyên ji bo nehiya Til Izêr temam bûn, ewlekariya herêmê ket bin kontrola hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê de, êdî vegera koçberan ya ji bo Til Izêr roj bi roj zêde bû. Di nava du salên dawî de nêzî 500 malbat vegeriyan Til Izêr a Şengalê.

Di vê çarçoveyê de, îro bi dehan malbat ji wargeha Serdeşt a li Çiyayê Şengalê xwe amade kirin û berê xwe dan Til Izêr.

Rêveberê nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê ji ajansa Rojnewsê re axivî û da zanîn ku, bi hevkariya hin saziyên mirovî û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, îro 89 malbat vedigerin ser cih û warên xwe yên li Til Izêr.

Xwedêda Çûkê bang kir ku Êzidiyên di nav wargehên Başûrê Kurdistanê de vegerin ser warê bav û kalên xwe. Xwedêda Çûkê got, ev tenê ne çareserî ye, divê ji bo vegera Êzidiyên di wargehên Başûr de, tişta tê xwestin were kirin.