17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nicholas Grainger: Em operasyoneke bejahî ya Tirkiyê red dikin

Rayedarê amerîkî  destnîşan kir ku welatê wî li dijî êrîşeke bejahî ya dewleta tirk e

Nûnerê Bilind ê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger di civîneke çapemeniyê ya bi rêya “Zoomê” ji dezgehên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re axivî.  Grainger têkildarî êrişên dawîn ên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ku welatê wî karekî leşkerî ku îstiqrara jiyana civak û malbatên li Sûriyê xirab dike, bi tundî red dike û bang kir ku ev rageşî tavilê bê rawestandin.

Nûnerê amerîkî wiha got: “Rageşiya di rojên dawîn de li Sûriyê xeternak e û nayê qebûlkirin, her wiha gefê li ewlehiya sivîlan, rayedarên Amerîka û leşkerên Amerîkayê dixwe. Ev kar li ser pêşketina ku Koalîsyonê bi zehmetî li dijî DAIŞ`ê pêk aniye xeter e û şerê me yê li dijî DAIŞ`ê ku em piştrast bikin ku ev kom carek din dernakeve, tehîd dike.”

Grainger wiha pê de çû û got: “Em fikarên xwe tînin ziman, em ji ber windahiyên ku di êrîşa dawîn di nava sivîlan de pêk hatine sersaxiyê dixwazin. Me her tim fikarên xwe yên têkildarî bandora şer li ser sivîlan û armanca tunekirina DAIŞ`ê, ji Tirkiyê re ragihandine. Me bang lê kiriye mîna van operasyonan pêk neyne.”

Li ser pirsa ku ajansa me têkildarî helwesta lawaz a Amerîkayê (ku berovajî helwesta Washingtonê ya li hember hedegirtina binesaziyan li Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve ye) ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya sivîl (petrol, gaz, kehrebe) û hedefgirtina rojnamevanan kiriye, nûnerê amerîkî wiha got: “Destpêkê em ji ber windakirina rojnamevan Îsam Ebdullah ji ajansa Hawarê re sersaziyê dixwazin, me ji ber mirina sivîlan jî sersaxiyê dixwazin. Em hedefgirtina binesaziya sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî red dikin, ji ber bandorê li jiyana xelkê vê herêmê dike.”

Her wiha diyar kir ku welatê wî li dijî operasyoneke bejahî ye û dê vê helwesta xwe dewam bike û wiha dewam kir: “Me bi desthilatên Tirkiyê re peywendî kir da ku banga rawestandina operasyonên leşkerî li wan bikin.”

Rayedarê amerîkî  destnîşan kir ku welatê wî li dijî êrîşeke bejahî ya dewleta tirk e û got: “Em dijberî çi êrişeke bejahî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, em vê yekê bidomînin.”