13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?

Parlamenterê HDP’ê Saît Dede diyar kir ku li Girava Îmraliyê tecrîdeke ku li cîhanê mînaka wê nîne tê sepandin, li dijî îdiaya ku Tirkiye bi qanûnan tê bi rêvebirin pirsî û got: “Li gorî kîjan qanûnê ev tecrîd tê pêkanîn?”

Çalakiya Nobeda Edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dane destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Parlamenter Kemal Pekoz, Muazzez Orhan, Şevîn Coşkûn, Feleknas Ûca, Saît Dede, Mûrat Çepnî, Ayşe Surucu, Nûran Îmîr û Gulistan Kiliç Koçyîgît di roja 30’emîn a nobetê de li ber Meclisê daxuyanî dan.

‘Wê çawa mafê welatiyan were parastin?’

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede hişyariyên xwe yên meheke ji bo desthilata AKP’ê û MHP’ê ku qanûnên xwe bi cih bînin dubare kir û got: “Di her gotinê de dibêjin Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, di her gotinê de dibêjin Tirkiye bi qanûnan tê birêvebirin, lê belê hikûmet û Wezareta Edaletê ya xwedî erka bicihanîna qanûnan e, mixabin van qanûnan bi cih naînin. Eger qanûn neyê bicihanîn, wê mafên welatiyan çawa bi qanûnan bên parastin?”

Dede, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê li hemberî qanûnan di pozîsyoneke wekhev de nîne û ev pirs kir: “Heke wisa nebe, tecrîda ku di cîhanê de mînaka wê nîne çima li Girava Îmraliyê tê sepandin? Li gorî kîjan qanûnê ev tecrîd tê sepandin?”

 ‘Riya çareseriyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’

Dede, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Divê herkes kêliyekê raweste û bifikire. Kesên di bin çavdêriya dewletê de ev nêzî 22 meh in agahî jê nayê girtin. Malbat nikarin bi xizmên xwe re, parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û xwe bigihînin wan, nizanin rewşa wan çi ye. Ev mirov di bin çavdêriya dewletê de ne. Di vê sedsalê de qebûlkirina vê yekê ne gengaz e. Em ji vir bang li raya giştî dikin. Sedema bingehîn a hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ev tecrîd û bêhiqûqî ye. Eşkere ye ku yekane rêya çareseriya van pirsgirêkan bi diyalogê dibe. Bêyî diyalog û muzakereyê, aştiya navxweyî wê tu carî neyê vî welatî. Kengî tecrîd hate girankirin li Tirkiyeyê gelek krîzan dest pê kir. Yekane rêya çareseriyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe.”

Tecrîda Imraliyê li welat tevî belav bû

Dede axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bê kirin ev yek dîsa bi rakirina tecrîdê re pêkan e. Tecrîd tenê ne li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan nîne belavî hemû welat bûye. Sînorên Tirkiyeyê jî derbas bû. Ji ber vê yekê heta ku tecrîd ji holê bê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku tecrîd neyê rakirin wê li Tirkieyê edaleteke rast û dirust heq û hiqûq ava nebe. Ji ber ku çavkanî, pirsgirêk û muxatab diyar in. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ji holê rabe têkoşîna me wê bidome.”