17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobedarên Edaletê: Ocalan nûnerê 40 mîlyon kurdan e

Çalakvanên Nobeda Edaletê xwestin ku rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û gotin: “Abdullah Ocalan nûnerê 40 mîlyon kurdan e.”

34 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin agahî nayên girtin. Nobedên Edaletê yên ku li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û herî dawî jî li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî ” hatine destpêkirin bi serdanan berdewam kirin.

Îzmîr

Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Egeyê (EGE TUHAYDER) û TJA hatiye destpêkirin di roja 5’an de berdewam dike. Kesên beşdarî Nobeta Edaletê ya li avahiyê Nûnertiya DBP’ê didome bûn, pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan”  û “Li dijî tecrîdê berxwedan” hatin vekirin.

Rêxistinên DEM Partî yên navçeyên Bayrakli, Çîglî, Karşiyaka û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê îro hatin serdana çalakvanan.

Ji Dayikên Aştiyê Cemîle Aydin di serdanê de axivî û got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê rakirin. Aydin, wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertiya me ev 3 sal in nehatiye rakirin û nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em dixwazin êdî Rêberê me azad bibe. Rêber Ocalan nûnerê 40 milyon Kurda ye. Her roj cenaze tên. Em naxwazin cenazeyên tu kesî bên. Ew jî malbatên xizanan e. Heke şer bi dawî bikin dê rewşa aboriyê baş bibe.”

Wan

Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina DBP a Bajêr hatiye destpêkirin jî mehek li pey xwe hişt û di roja 31’an de didome. Gelek kes îro tev li çalakiya nobedê bûn. Endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Elbakê û kesên hatine hilbijartin û endamên Komîsyonên Taxên Beyyuzumu û Seyrantepeyê, gelek kesan piştgirî dan çalakvanan. Ji ziyaretvanan Bîlal Soylu, diyar kir ku ji bo piştevaniya bi Nobeda Edaletê re hatine û banga piştgirîdayîna berxwedanê li her kesî kir.

Amed

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeda Edaletê ya li avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 32’yan de berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.

Endamên MEBYA-DER’ê û gelek welatî tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û çalakvanan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.

Stenbol

Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 23’yemîn de berdewam kir. Nobeta, îro ji hêla rêveberên DEM Partiyê ya navçeya Sûltangaziyê ve hate dewrgirtin.

Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Di çalakiyê de beşdaran bênavber dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Sûltangaziyê Farûk Kaya, di nobedê de axivî û got ku ji bo piştgiriya bi nobedê re dê ji bo rojekê nobetê bigirin. Kaya, da zanîn ku tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd ev 25 sal in di tecrîdê de tê ragirtin. Ev yek ji bo Kurdan pirsgirêkeke neteweyî ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, dê Kurd jî azad nebin. Divê bi Ocalan re hevdîtin bên kirin, pirsgirêka Kurd tenê bi vî awayî dikare bê çareserkirin.”

Edene

Nobeda Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 32’yemîn de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.

Hakîme Bayav di çalakiyê de got ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan dest bi Nobeda Edaletê kirine. Bayav, anî ziman ku dixwaze weke Kurdekê bi azad bijî, bi azad ziman û çanda xwe bijî. Di berdewamê de Bayav, bi lêv kir ku ji bo aştî were welêt, divê Abdullah Ocalan azad bibe û tecrîd rabe.

Mêrsîn

Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER’a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 32’yan de bi tevlibûneke xurt berdewam kir. Di çalakiya nobedê de her tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mezîtliyê Zeynep Kavak, di nobetê de axivî û got ku ji bo piştevaniya bi dayikan re tev li çalakiyê bûne. Kavak, diyar kir ku têkoşîna dayikan têkoşîna wan e û dê bi hev re zilmê têk bibin.

Nobeda Edaletê bi strîna stranan dom kir.