28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Azadiyê Koma Baselê dewir girt

Nobeta Azadiyê ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan, ji 25’ê Hezîranê ya 2012’an heta  niha ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ve tê girtin. Kurdên li Ewropayê û dostên wan, nobetê kom bi kom û dor bi dor digirin. Vê hefteyê komek ji bajarê Baselê Swîsreyê hat û nobet ji koma beriya xwe dewir kir.

Kesên di nav komê de, Delîl Ek, Ferhat Oncul, Erdal Delek û Aram Amed in.

‘Divê em xwedî li hev derkevin’

Delîl Ek ku li ser navê komê axivî û got: “Me li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê Nobeta ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan ji koma beriya xwe dewir girt. Em ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî dixwazin.Bi vê erdhejê diyar bû ku divê em kurd bi hêza xwe ya cewherî bi rêxistin bibin, saziyên xwe ava bikin û li hev û din xwedî derkevin. Em li hêviya dewletê bisekinin em ê bimirin, di bin kavilan de bimînin û ji serma û birçîbûnê bimirin.”

Delîl Ek bi bîr xist ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan nobetê digirin û got: “Ev nobeta me hem ji bo azadiya Rêbertiyê, hem nobeta edaletê, hem ya mirovahiyê, hem ya wicdan hem jî ya exlaqê ye. Em ê bi ser bikevin. Me 11 salan bênavber li nobetê dewam kir; heta Rêbertiya me azad bibe, em ê girtina nobetê ber dewam bikin.”