3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bi tevlêbûna KESK’ê pêk hat

Endamên KESK’ê li gel Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê girtin û ji bo pêkanîna daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar banga pêkanîna adaletê li desthilatê kirin

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 836’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir.

KESK hate serdana malbatê

Rêveberên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê îro hatin serdana dayika Emîne Şenyaşar. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Rihayê Mahmût Bînîcî di serdanê de axivî û xwest ku daxwaza edaletê ya Şenyaşar tavilê bê bicihanîn.

Bînîcî, diyar kir ku di halê hazir de edalet tenê ji bo îktîdar û serdestan heye û wiha pê de çû: “Mixabin ku hêzên ewlekariyê jî berpirsyartiya xwe pêk nayînin. Weke endamên KESK’ê em her tim piştgiriyê bidin malbata Şenyaşar. Em ji dil bawerin ku dayika Emîne dê edaletê bîne. Ev edalet ne tenê ji bo Emîne Şenyaşar û malbata wê lê ji bo tevahiya pirsgirêkên welêt jî dê bibe hîmê bingehîn.”

Emîne Şenyaşar jî doza ku dê di 18’ê tîrmehê de bê lidarxistin bi bîr xist û banga piştevaniyê kir. Şenyaşar got ku ew dixwaze êdî li gel zarok û neviyên xwe li mala xwe bijî.

KESK’iyan heta demekî bi Şenyaşar re nobet girtin.