27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta malbatan belav dibe

Têkoşîna Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît) a li dijî kuştina 3 ferdên malbata xwe di 9’ê adarê de dane destpêkirin 280 roj in didome. Di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê xizmên parlamenterê AKP’ê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û ji malbatê 3 kes kuştibûn. Malbata Şenyaşar her roj li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Her roj nûnerên partiyên siyasî, komele, sendîka, rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan, nivîskar, akademîsyen û hunermerd serdana malbata Şenyaşar dikin û piştevaniya xwe tînin ziman. Malbata Şenyaşar bi biryar e ku heta edalet pêk bê, dê çalakiya xwe berdewam bike. Malbat dixwaze kujer bên girtin û cezakirin.

HDP’ê û koma Bajar serdana Malbata Şenyaşar kirin

Îro Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê û Koma Bajar serdana malbatê kirin. Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên 280 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobedê digirin, kirin. Malbata ku li qada “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” nobeda xwe didomînin, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê û parêzerên dosyayê şandeya ku di serokatiya Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê berpirsyar Umît Dede de serdana wan kir, pêşwazî kirin.  Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê berpirsyar Umît Dede ku li ser navê şandeyê axivî, der barê pêvajoya dozê de ji parêzerên malbatê agahî girt û wiha got: “Me wekî HDP serdana malbata Şenyaşar kir. Malbata Şenyaşar li Tirkiyeyê bû sembola berxwedanê. Em ji destpêka dozê ve dişopînin. Malbat rastî bêhiqûqiyeke mezin hat. AKP bi hiqûqa du alî civakê ji hev diqetîne. Heke hûn alîgirê desthilatê bin cuda ye hûn alîgirê wan nebin cuda ye. Mînaka herî girîng Doza Komkujiyê ya Malbata Şenyaşar e.”

Li Sêmalka 70 roj in têdikoşin

Çalakiya li Deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazayên endamên HGP’ê yên li Xelîfan di kemîna PDK’ê de jiyana xwe ji dest dan ji bo wergirin 70 roj li pey xwe hişt. Her roj rêxistin û saziyek diçin serdana kon û çalakiya nobedê dewir digirin. Her roj kesên diçin serdanê bi coşek mezin û bi dirûşmeyan têne pêşwazîkirin. Girse di nobeda kon de dirûşmeyên piştgiriyê didin berxwedanê û dirûşmeyên îxanetê şermezar dikin, berz dikin. Nûner û rêveberên rêxistinên civakî û sivîl di serdanê de bang li hêzên navdewletî û hikûmeta Başûr dikin ku cenazeyan radestî malbatan bikin û êdî dawî li bikaranîna çekên kîmyewî bînin.  Tevahiya rojê ji bo çalakiya nobedê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye destpêkirin serdanên piştgiriyê tên kirin, ber bi deriyê sînor ve meşên girseyî tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin û nobedê digirin. Dayikan diyar kirin ku heta cenaze neyên wergirtin dê çalakiya xwe bidomînin.

Çalakiya malbatan mezin dibe

Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin û 28 rojin Nobeda Edaletê didome. Ji roja destpêka nobedê ve gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û welatiyan serdana malbatan kirin. Her rojê saziyek diçe malbatan ziyaret dike û Nobeda Edaletê didome.

Çalakî li bajaran belav dibin

Malbatên girtiyan li Wanê jî bi heman armancê di 9’ê kanûnê de dest bi “Nobeda Edaletê” kirin. Li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê malbatên girtiyên nexweş Îbrahim Alkan, Emrah Abi û Sinan Karel ji bo nobedê bang li hemû malbatên girtiyan kirin.  Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 5’an de didome.