21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NPG: Em ê banga KCK’ê bi cih bînin

Fermandariya Biryargeha NPG’ê got ku ew ê tevlî banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya “rawestandina çalakiyên leşkerî” dibin û ew ê pêdiviyên wê bi pratîkkê bi cih bînin.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wiha ye:

“Di 6’ê Sibatê de erdheja qewimî ku navenda wê Bazarcix e, veguheriye karesatek mezin. Gelê me di vê erdhejê de zirarek mezin dît û gelek windahî dan. Ji gelên Kurd, Tirk û Ereb bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna bi deh hezaran di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Di van rojên bi êş de gelê me di nav êşeke mezin de ye. Em êşa ku gelê me dijî hîs dikin. Em ji bo hemû mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, rehma Xwedê dixwazin û sersaxiyê ji malbat û xizmên wan re dixwazin. Ji bo hemû birîndaran şifaya lezgîn dixwazin.

Kêmkirina êşa gelên xwe, pêçana birînên wan erkek mezin ê mirovî, wijdanî û exlaqî ye. Em ê van rojên zehmet bi baldarî û pêşxistina piştevaniyê, sivikkirin û borandin nêzîkatiya herî mezin e. Em dixwazin piştgiriyê bidin vê yekê. Divê hemû hêzên me yên parastina cewherî û saziyên welatparêz, piştgiriyê bidin gel û ji bo alîkariyê bibin seferber. Bi taybetî ji bo qadên ku ti kes neketiyê û qadên bejahî yên hatine îhmalkirin û ji bo gundan divê demildest alîkarî bê kirin. Di vê pêvajoyê de peywira mirovî û welatparêzî ya herî girîng ev e. Li ser vî esasî em tevlî banga hevrê Cemîl Bayik li ser navê Hevserokatiya Konseya Rêveber KCK’ê kir, dibin û em ê pêdiviyên wê bi pratîkê bi cih bînin.

Di vî warî de banga me ji bo hemû gerîla, şervan û yekîneyên me yên parastina cewherî ev e: Di çarçoveya banga ku Hevserokatiya me kirî de, divê hemû plan û pratîkên bi çalakî yên li bajaran bên rawestandin; dîsanî eger ku hêzên dewleta Tirk li qada bejahî li hemberî hêzên me yên çeper girtine êrîş pêk neyîne, divê ti cure aktîvîteyên bi çalakî neyên kirin. Heta fermanek duyemîn, ji bo hemû hêzên me yên parastina rewa bi cihanîna vê fermanê, peywireke hewce ye.

Tê zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê bi salan e di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de li Kurdistanê, hemû çavkaniyên cewherî yên Tirkiyeyê kanalîzeyî şer dike û xerc dike û li dijî hêzên me yên azadiyê û gelê me û hemû saziyê wê, planên êrîşê yên mezin dike. Dîsa ev hikûmeta ku alîgirên xwe bi awayên cuda dewlemend dike, ji ber ku ji bo jiyan û ewlehiya gel ti mesrefan nake û rêxistinên binesaziyan bi rêxistin nake, hemû gel û gelên me yên li Tirkiyeyê dijîn êşek mezin dijîn. Zayîat mezin e. Lewma pêwîstî bi piştevanî û alîkariyek civakî heye. Em di vê çarçoveyê bi rêzdarî radigihînin ku em ê li gorî biryar û perspektîfa siyasî ya gel û şoreşa xwe, berpirsyariya xwe bi cih bînin.”