1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên civakê li Wanê li dijî qeyûm dest bi nobetê kirin

Nûner û pêşengên civakê li Wanê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li dijî tayinkirina qeyûm dest bi nobeda edaletê kirin.

Nûner û pêşengên civakê li Wanê li dijî tayinkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê dest bi çalakiya nobedê edaletê kirin. Çalakger li baxçeyê şaredariyê rûniştin û pankarta “Em rê nadin qeyûm, vîna gel nas bikin” daliqandin. Di çalakiyê de nûnerên DBP, TJA, TÛHAY-DER, MEBYA-DER, ARSÎSA, Platforma Ked û Demokrasiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din amade bûn.

Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Veysî Dîlekçî ku di nobedê de got: “Politikaya bingehîn a desthilata AKP-MHP’ê bêhiqûqîtî ye. Rejîma qeyûmtiyê jî, tê wateya esasnegirtina vîna gelê kurd e. Em li vir bang li hemû muxalfetê û hiqûqnasan dikin ku bêdeng nemînin. Qeyûm, tenê ne meseleya kurdan e.”