3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY: Li Lîbyayê 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest daye

NY’ê der barê lehiya ku li bajarê Dernayê yê Lîbyayê rabû de daxuyand ku 11 hezar û 300 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.

Neteweyên Yekbûyî (NY), der barê lehiya ku hefteyeke berê li bajarê Dernayê yê rojhilatê Lîbyayê rabû de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya NY’yê ku xwe dispêre agahiyên Heyva Sor a Lîbyayê, di lêhiya li bajarê Dernayê de 11 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dane.

Nivîsgeha Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, da zanîn ku her wiha hê 10 hezar û 100 kes jî winda ne û bi lêgerîn û rizgarkirina welatiyan re tê texmînkirin ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

NY′yê der barê rewşa dawîn a li bajar de jî ragihand ku li bajar aloziya ava vexwarinê derketiye û bi kêmanî 55 zarok ji ber vexwarina ava qirêj bi jehrê ketine û piştî hefteyekê jî hê rewşa mirovî li bajar xirab e.