3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY’ê xwest êrîşên Tirkiye ên li ser jinan bên lêpirsîn

Raportora NY’ê bi raporek taybet bal kişand ser binpêkirinên mafê jinan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û daxwaza vekirina lêpirsînekê li hemberî hêzên çekdarî yên dewletê kir

Neteweyên Yêkbuyî (NY) herî dawî bi daxuyaniyek daxwaza lêpirsînekê ji bo binpêkirinên li dijî jinên Kurd di şerê dewleta tirk a li dijî Kurdan de rû bi rû dibin derdikevin holê kir. NY bang li Tirkiyeyê kir ku bi piştgiriya navneteweyî ji bo lêpirsîneke serbixwe û berbiçav gav bavêje.

Raportora Taybet Rêm Alsalem rapora bi sernivîsa ‘Sedem û Encamên Tundiya Berpêyî Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY)’ di çarçoveya Rûniştinên Mafên Mirovên ên 53’yemîn ên Konseya Mafên Mirovan de rapora xwe ya tundiya li ser jinan li Tirkiyeyê weşand.

Alsalem, di rapora xwe ya bi 19 rûpelan de, bi taybetî cih ji bo tundiya li ser jinên Kurd veqetand û bal bir ser êrîşên leşkerên dewleta tirk ên li ser jinên Kurd. Alsalem, bang li Tirkiyeyê kir ku demildest li Peymana Stenbolê vegere û dawî li binpêkirinên xwe yên li mafên jinan bîne û got: “Divê dev ji pêkanîna qanûnên ‘têkoşîna li dijî terorê’ li dijî jinên mafparêz bê berdan da ku bikarin xebatên xwe yên rewa bi serbestî bikin.”

Jinê wek xeterî dibînin

Raportora Taybet Rêm Alsalem destnîşan kir ku bi taybetî jinên Kurd li welêt di bin rîska tundiyê de ne û behsa metirsiya tundiya jinên Kurd ji ber qewm û nasnameya xwe dibînin kir û bal kişand ser êrîşên li ser qadên parastina medya û hezên PKK’yî jî. Alsalem, di rapora xwe de da zanîn ku dewleta Tirk di şerê li dijî PKK’ê de bi piranî jin, Kurdên sivîl kiriye hedef û kuştine. Alsalem van êrişan wek tundiya zayendî  bilêv kir û fikarên xwe parve kir.

Divê lêpirsînek taybet çêbe

Reportora Taybet Rêm Alsalem di dawiyê de bang li Tirkiyeyê kir ku li ser êrîşên hêzên artêşa Tirk ên li ser jinên Kurd lêpirsînek bike. Alsalem got: “Yên tundiya fîzîkî û zayendî li jinên Kurd kirin bidin pey, bibînin û berpirsan ceza bikin û bêyî ku li statuya PKK’ê bê nêrîn, bikin ku rêz ji xala 3’yemîn a Konvansiyonên Cenevreyê re bê girtin.”

Di raporê de bal hate kişandin ku ji 10 jinan 4 jê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û ev agahî hatin parve kirin; “Li gor çavkaniyên hikûmetê, navbera salên 2010-2020’an de li Tirkiyeyê herî kêm 3 hezar û 175 jin hatine kuştin. Ev hejmar ji ya sala 2021’ê 300 car zêde ye. Rêjeya rastîn a kuştina jinan gelek zêdetir e. Li gorî pêwîstiyê baş parastina jinên mexdûrên tundiyê, nayê kirin. Rêjeya mirina bi guman a jin û zarokên keçin û teşwîqkirina ber bi xwekuştinê ve metirsîdar e. Tundiya nava malê li Tirkiyeyê berbelav dibe. Li gor daneyên hatine peydekirin, li Tirkiyeyê ji sedî 12’ê hemû jinên mehrkirî, di çaxeke jiyana xwe de, ji sedî 5 jî sala 2014’an rû bi rûyê tundiyê bûne.”

Di raporê de her wiha cih ji bo zewicandina zarokan bi dilê dewletê hat dayîn rastiya ku li Tirkiyê ji zêdeyî sedî 26‘ê jinan beriya 18 saliya xwe û bêyî dilê xwe tên zewicandin hate ser ziman. Di raporê de hat diyarkirin ku di serî de jin û zarok; jinên Kurd, penaber û koçber, jinên biasteng, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel di bin rîska rû bi rû bûna tundiyê de ne.