18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan serî li Serokkomar da

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê da.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bike serî li Serokkomariyê da. Parlamenterê DEM Partiyê Ocalan ê bi rêya faks û posteyê serî li Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê da, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Di serlêdanê de, biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan bibîr xist û got: “Tevî biryarê pişt re tu gav nehatin avêtin. Ji ber vê yekê ez serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) didim. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku di serlêdanê de ÎHÎK’ê îdia kiriye ku tecrîd nîne û ev tişt hatin gotin: “Di bersiva 23’yê sibatê de hat nivîsandin ku bi hinceta cezayên dîsiplînê destûr nayê dayîn ku girtiyên Îmraliyê bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtinê bikin û li ser name û faksan qedexe nîne. Hat diyarkirin ku di sala 2023’yan de têkildarî hevdîtina parêzer tu cezayên dîsiplînê nînin, lê ji bo çima hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin tu daxuyanî nehatiye dayîn.”

Di serlêdanê de bal hat kişandin ser rêzgirtina li jiyana malbatî ya xala 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û  daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê hate kirin.

41 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din nayê girtin. Buroya hiqûqê ya Sedsalê jî îro ji bo heyet biçe Îmraliyê serî li CPT dabû.