4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da

Hevserok û endamên OHD’ê bi daxwaza pirsîna serlêdana xwe ya Wezareta Dadê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe, serî li Baroya Amedê dan.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tên ragirtin Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, di 22’yê çileya 2024’an de bi îmzeya hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dabûn. Ev 6 meh in wezaretê tu bersiv nedaye vê serlêdanê û OHD’ê jî li dijî vê yekê ji Baroya Amedê daxwaz kir ku li aqûbeta serlêdana wan bê pirsîn. Hevserokên giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak, hevserok û endamên OHD’ê yên Amedê bi hev re çûn baroyê û serlêdan kirin.

Wezîrê dadê hêj bersiv nedaye

Di serdanê de hevseroka giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter diyar kir ku li Îmraliyê ji roja roj ve ve tecrîdeke girankirî tê birêvebirin. Ekîn da zanîn ku wan weke parêzerên gelê Kurdistanê û hem jî yên gelên bindest ên Tirkiyeyê gelek têkoşîn dane û didin û got: “Parêzerên OHD’ê jî di nav de hezar û 330 parêzeran di meha çileyê de serî li Wezareta Dadê dabûn. Tiştê ku em dixwazin bi vê serlêdanê bi dest bixin ev e ku em balê bikşînin ser mijara tecrîdê û di derbarê vê mijarê de rayedar daxuyaniyekê bidin me. Lê di vê qonaxê de tu bersiv ji serlêdana me re nehatiye. Helbet ji aliyê hemû parêzeran ve tê zanîn ku tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê hem di qanûn û hem jî di peymanên neteweyî ku Tirkiye jî girêdayî wan e, ti bingeheke hiqûqî nîne.”

Divê înîsiyatifê bigirin

Ekî, anî ziman ku ew bêhiqûqiya ku tê kirin qebûl nakin û wiha got: “Ev rewşa derqanûnî ya ku derketiye holê pareke mezin di krîza civakî de heye. Girtîgeha Îmraliyê labaratuara ceribandinê ya bêhiqûqiyê û binpêkirinan e. Bi taybetî rêya çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rêyên demokratîk di rakirina tecrîda li Îmraliyê de ye. Ji bo vê jî weke parêzerên ku serî li Wezareta Dadê dabûn, îro me serî li Baroya Amedê da. Bê guman em weke sazî di çarçoveya serlêdana xwe de hesasiyet û xebatên rêxistinên pîşeyî ji nêz ve dişopînin. Ji bo em têkoşîna xwe bi perspektîfek berfirehtir bimeşînin, me serlêdanek kir û ji rêxistinên pîşeyî xwest ku li dijî vê bêhiqûqiyê û nekaribûna parêzeran xebatên xwe yên pîşeyî bimeşînin, însiyatîfa pêwîst bigirin.”

Bi gotinan tecrîd bi dawî nabe

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî behsa serlêdana navborî kir û got ku wan serî li Baroya Amedê da. Çakmak diyar kir ku wan berê jî ev serlêdan kiribû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baroya Amedê jî ji bo şikandina tecrîdê hin hewldan kirin, lê heta niha rayedaran ji bo rakirina tecrîdê tu gav neavêtine. Herî dawî Wezareta Dadê serlêdana me red kir û got ku tecrîd tune ye. Çiqasî bibêjin tune ye jî bi gotinên wan rastiya tecrîdê ji holê ranabe. Rastiyeke tecrîdê ya bi salan e didome heye û ji bo rakirina wê ti gavên fermî nehatine avêtin. Komeleya me rakirina tecrîdê her tim di rojeva xwe de digire. Em xebat û serlêdanên xwe bê navber didomînin, lê yek ji wan jî nayên bersivandin. Her çiqas bersiv neyên dayîn jî heta em negihijin encamekê dê xebatên me bidomin. Baro jî ji roja ewil ve ji bo rakirina tecrîdê xebatên xwe dimeşîne. Em ji bo vê yekê jî spas dikin.”

Dê erka xwe pêk bînin

Herî dawî Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr axivî û da zanîn ku Girtîgeha Girava Îmraliyê 38 meh in di bin tecrîdê de. Ozdemîr bi lêv kir ku Ocalan û girtiyên din di bin tecrîdeke bênavber de ne û ev tişt gotin: “Pêvajoyek ku tê de mafên herî bingehîn jî tên binpêkirin, bi awayekî siyasî û nehiqûqî tê meşandin. Me weke Baroya Amedê dawîkirina tecridê hem ji Wezareta Dadê û hem jî ji yekîtiya Baroyên Tirkiyê daxwaz kiribû. Nehiştina hevdîtina hevalên me yên parêzer ên bi muvekilên xwe re jî xaleke balkêş e. Em ê serlêdana van hevalên xwe yên parêzer ku endamên baroya me ne, weke berê bi awayekî baldarî bimeşînin. Em ê berpirsyariya xwe ya ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên bingehîn bi serîlêdanên pêwîst pêk bînin.”

Hiqûqnasên ku dixwazin aqûbeta serlêdana xwe bizanin, îmzeyên xwe teslîmî Cîgirê Serokê Baroyê Mehdî Ozdemîr kirin.