1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona li Mawayê berfireh bûye

Operasyona leşkerên tirk a li herêma Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîf a Êlihê ye, bi berfirehî dewam dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî operasyona leşkerên tirk a ku 18’ê hezîranê li bejahiya gundê Xirbêkûr ê herêma Çiyayê Mawayê ya Heskifa Êlihê hate destpêkirin, ber bi bejahiya navçeya Kercewsê berfireh bû. Liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike. Hate ragihandin ku gelek qadên li herêma Torî ya navçeya Kercewsê ji aliyê walî ve hatine qedexekirin.
Gundê Bilêxşê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate dorpêçkirin. Destûr nayê dayin ku gundî derkevin derve. Li qadên bejahî yên gund jî dengê çekan tê.
Di şerê 19’ê Hezîranê de ku li Çiyayê Mawa derketibû, 2 gerîllayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Mawayê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyêkî nivîskî gerîlayên ku 19’ê Hezîrana 2024’an li herêma Mawa ya Botanê şehîd bûne aşkere kir.
HGP’ê da zanîn ku di şer de hevrêya wan Zeynep Ozkan a bi nasnav Axîn Gabar û hevrêyê wan Şakîr Erdemci yê bi nasnav Şervan Botan jiyana xwe ji dest dane.