19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Osmanê Mahmê û Rebîhanê

Lê kirînerên Rebîhanê ne hew gelên taxê bûn. Ji tevahî Kurdistan û Tirkiyeyê kirînerê Rebîhanê hebûn. Ji ber ku dikana wê di quncika zindana Amedê debû û dema ji bajarên dûr û nêz dihatin ji bo hevdîtina xizmên xwe, ji dikanê biskuwît helaw û nan dikirîn, pişta xwe didan dîwarê hewşa zindanê û dixwarin, wan bi perê hazir dikirîn

Rebîhanê hevjîna Osman bû û dikana wê ya beqaliyê hebû li ber dikanê bû.

Osman ereba wî û hespekî wî hebû, dixebitand, wê demê erebe û hespekî kê heba weke qamyonek wan hebe.

Ê Osmanê Mahmê, hem hesp û erebe û hem jî dikana beqaliyê hebû, ê mîr û axa ew bû.

Rebîhanê li ber dikanê bû. Dikan jî çi dikan! Çend kevir bi heriyê dabûn ser hev çadirek kişandibûn ser, deriyek ji textika li ber xistibûn weke feqa gura.

Çend karton biskuwît torbeyek şekir, yek birinc, çend qalib sabûn, çewalek kartol.

Bi sedan mişk û bi milyona mêş.

Gelê taxê tev xizan bûn, ji boyî Rebîhanê bi deyn qalibek sabûn an jî kîloyek şekir bide wan, bi seatan pesnê wê û Osman û dikana wan didan.

Dema bi deyn bida, Osman tiştê nemayî dianî serê wê, pê re şer dikir û jê re wiha digot:

– Keçê ez nabêjim bi deyn nede taxê. Tu didî paşê perê me nadin.

Rebîhan bê deng dima, dilê wê bi der û cîranê wê dişewitî, zanibû pere bi kesî re nîn e, gişt xizan in, zarokên wan li malê ji birçîna digirîn.

Lê kirînerên Rebîhanê ne hew gelên taxê bûn. Ji tevahî Kurdistan û Tirkiyeyê kirînerê Rebîhanê hebûn. Ji ber ku dikana wê di quncika zindana Amedê de bû û dema ji bajarên dûr û nêz dihatin ji bo hevdîtina xizmên xwe, ji dikanê biskuwît helaw û nan dikirîn, pişta xwe didan dîwarê hewşa zindanê û dixwarin, wan bi perê hazir dikirîn. Ji ber wê yekê, Osman nedixwest bi deyn bide cîranan.

Ez sibakê rabûm ku di hundir de zellaqe tune. Ne nan, ne şekir, ne çayê, ne rûn û ne tu tiştekî din.

Min berê xwe da dikanê.

Rebîhanê li ber deriyê dikanê rûniştiye, destê wê li ber rûyê wê ye û diponije. Min silav lê kir, bersiva min da. Ez nizanim ku Osman xwe di dawiya dikanê de ye.

– Rebîhanê tu karî hinek zexîre bidî min bi deyn? Weleh zarokên min di hundir de birçî ne. Kesî ku alîkariya min bike nîn e.

Rebîhanê ne axivî lê bi destan îşaretî min kir, wekî ku bibêje, tu çi dixwazî rahêjê. Dema min destê xwe avêt kartola da ku hilbijêrim. Ji nedîtî ve  Osman şiv di destan de û hucûm bir Rebîhanê û ew da ber şivterkan.

Ronî di çavê min de nema, min delka xwe da Osman û min şiv ji destê wî girt û wiha got:

– De bila şiva te pê bive. De bila destê te pê bive? Ez ê vê şivê di serê te de bişikînim, de va ye min got! Dema min wer got, vekişiya li rûyê min nenêrî, çavê xwe bera erdê da û got, ‘Çi îşê te jê ye diya min? Ez li jina xwe dixim. Hûn bûne mêrê mêrê xwe, hûn dikin jina min jî bikin weke xwe?’

Ez hatim malê û ez êdî hew çûn dikana Rebîhanê. Di ser de sal derbas bûn, Zarûzêç tev mezin bûn, Osman û Rebîhanê mala xwe birin Îzmîrê, di ser de sîh sal bihurîn. Rojekê ez li kolanê rastî Rebîhanê hatim – Lêlê Rebîhan, tu û van deran? hey bê miradê…

Min nedî çawa hêsirê wê hatin xwarê. – Erê lêê êê. Osman mir. Min kurê xwe Hemed zewicand. Lawikekî Hemed çêbû, min navê Osman hilanî. Ew rojên berê tev di ber çavê min re derbas bûn. Min got:

– Te çima navê Osman lê kir?

Ma qey nav nemabûn li dinê?