20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Paletiya nîskan dest pê kir

Li Kobanê û Hesekê paletiya nîsk, baqil, colik û nokan dest pê kir.

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paletiya berhemên çandiniyê yên wekî nîsk, nok, baqil û şolikan dest pê kir. Li herêmên Kobanê, Serêkaniyê, Qamişlo û Hesekê ku berhemên wekî genim, ceh, baqle, colban, nîsk û nok tên çandin, paletiya çinînê dest pê kir. Cotkaran li herêmê dest bi çinîna ceh, nîsk û nokan kir. Cotkar diyar dikin ku bereketa berhema ceh a îsbal, li gorî par baştir e. Nûçegihanên ajansa ANHA’yê çinîna ceh û nîskan li bakurê bajarê Til Temirê şopand. Li gorî agahiyan, hilberîna her donimekê nêzî 120 kîlogram e û ev jî rêjeyeke baş e.

Li kantona Firatê jî cotkaran dest bi çinîna berhemên salê yên weke nîsk, nok, kemûn, colik û ceh kirin. Cotkan Elî Daban derbarê berhemên çandiniyê li kantona Firatê de diyar kir ku li kantonê nîsk, nok, colik, kemûn û dexil û danan tên çandin û destnîşan kir ku nîsk, nok û kemûn bi destan, lê ceh û genim jî bi makînên çinînê (bîçeran) tên çinîn.

Daban bal kişand ser palahiya di demê berê de û wiha got: “Em sibehê  şiyar dibûn û dihatin nav erdan. Me bi gotinan stranan palehî dikir. Rast e demên berê zehmet bû lê xweş bû. Em palehiyê bi kêfxweşî û komînal derbas dikin.”

Paleya çinîna nîskan Sultan Kereho jî anî ziman ku deh roj e wan dest bi çinîna niskan kiriye û diyar kir ku li kantona Firatê nîsk, nok û kemûn pir tên çandin.

Dayika bi navê Necme Nebî ku li kantona Firatê gelek berhemên çandine got: “Berê em serê sibehê hişyar dibûn. Piştî pêjandina nan me berê xwe dida nav erdan û me dest bi çinîna nîsk û berhemên din dikir.”

Çavkanî: ANHA