17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina çand û ziman xweparastin bi xwe ye

Rêvebera ASÎSÊ ya Wanê Evîndar Akbûlut li ser qedexe û astengiyên li dijî kurdî nirxand û anî ziman ku tu hêz nikare bi hebûna çanda kurdan bilîze.

Dewlet di rojên dawî de polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser çand û zimanê kurdî zêde dike. Govendên kurdan qedexe dike. Ziman tune dike. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûnên gel zêde ne. Rêvebera ARSÎSÊ ya Wanê Evîndar Akbûlut li ser qedexe û astengiyên li dijî kurdî nirxandin kir.

Evîndar Akbulut, diyar kir ku ziman, çand, weje, dîrok û huner hebûna miletekî derdixe holê û wiha got: “Her ziman gelek aliyên civaka ku tê de tê axaftin, weke şêwaza jiyana wî, nirxên madî û manewî, nîzama baweriyê û nêrîna wî ya jiyanê, derdixe holê. Civaka kurd jî xwedî zimanekî bi hêz û candek bi kok e.”

Akbulut, da zanîn ku hişmendiya ku di sala 2017’an de bi tayînkirina qeyûman û endamên meclîsê ji aliyê şaredariya navçeya Amed û Sûrê ya biryara şaredariya pirzimanî da destpêkirin û wiha axivî: “Îro jî heman zihniyeta faşîst li gelek bajarên Kurdistanê ciwanên Kurd ên dikevin govendê dike hedef û di encamê de tabelayên ‘pêşî peya’ û ‘şopandin’ li ser lampeyên trafîkê tên rakirin û nivîsên nîjadperest, cudaxwaz û faşîst tên nivîsandin. Ev zîhniyeta ku gelê kurd, ereb weke ‘penaber’ û hwd dike hedef. Desthilatdarên dewletî û sivîl ên ku bi zimanên xwe tabelayan li hemû qadêngiştî daleqînin; Destwerdana ziman, çand û jiyana gelê kurd dike.”

Evîndar Akbulut, da zanîn ku waliyê Amedê burokratekî ku siyaseta dewletê pêk tîne ye û wiha berdewam kir: “Yanî destwerdan, êrîşkar, faşîst, nîjadperest, cudaxwaz, biçûkxistin, girtin û îşkencekirina ziman, çand û jiyana kurdan ne nêzîkatiyeke îzole û asayî ye. Ev zîhniyeta ku gelê Kurd dike hedef, ereb weke ‘penaber’ û hwd dike hedef. Desthilatdarên dewletî û sivîl ên ku bi zimanên xwe tabelayan li hemû qadên giştî daleqînin, destwerdana ziman, çand û jiyana gelê kurd dike. Tu hêz nikare bi hebûna çand û ziman bilîze.”

Akbulut herî dawî anî ziman ku li dijî asîmîlasyona ziman, çand, hûner û tûne hesibandina îradeya kurd, pêwist e her kurdek welatparêz û azadîxwaz li ziman û çanda xwe xwedi derkeve. Divê sazî û dezgehên me û siyasetmedarên kurd têkoşîna xwe ya ziman bibin asta herî jor. Parastin û pêşxistina ziman hebûna mirovahiyê yê. Yên ku nikarin ziman çand xwe biparêzin nikarin mirovatiyê jî biparêzin.”