7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’

Parêzer Omer Farûk Yazmaci bertek nîşanî binçavkirina parêzeren ku parastina girtiyên nexweş da û got: “Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e.”

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê de da destpêkirin, di 25’ê nîsanê de rojnameger, parêzer, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl di nav de 145 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 51 kes hat girtin û 94 kes jî hatin berdan. Di nav ên hatin girtin de parêzerên ku parastina girtiyên nexweş û mafê mirovan diparêzin jî hene.

Endamê Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî û endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê parêzer Omer Farûk Yazmaci bertek nîşanî operasyonê da û diyar kir ku ev operasyon li dijî rêxistinên sivîl pêk hatiye û parastina girtiyên nexweş parastina mafên mirovan e.

Tu car neheqiyan qebûl nakin

Yazmaci diyar kir ku ev operasyon ne ya pêşîn e li dijî parêzeran ango hiqûqzanên ku li dijî tecrîdê ne û parastina mafên girtiyên nexweş dikin pêk tê û got: “Berê jî bi hezaran dosye hatin vekirin. Yek ji hinceta binçavkirina parêzeran jî parastina mafên girtiyên nexweş e. Gelek dosyeyên berê bi biryarên beraetê bi encam bûne. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin ku kes mafên mirovan neparêze, li ber îşkenceyê ranebe û mafên girtiyên nexweş neyê parastin. Her ku diçe zext û tundiya faşîzmê zêde dibe. Yên li dijî van derdikevin jî berê wan didin girtîgehan. Em neçarin li dijî zextan têbikoşin. Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e. Her kesê dixwaze li ber neheqiyan derkeve, dixwazin wan bê deng bikin. Wekî din tu sedemeke wê nîn e. Jixwe ev 451 hefte ye em mafên girtiyên nexweş diparêzin. Ev operasyon di heman demê de li dijî civakê hatiye kirin. Em ê van operasonan qebûl nekin. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê her li dijî faşîzmê rabin.”